Li Qamişloyê meş: Yekbûna me hebûna me ye

  • 14:16 10 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Şêniyên bajarên Qamişlo û Tirbespiyê, koçberên Efrîn, Şehba, Serêkaniyê û Girê Spî yên li Qamişloyê ji bo parastina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê û parastina mafên gelê Kurd di destûra Sûriyeyê de, meşek li dar xistin. 
 
Şêniyên bajarên Qamişlo û Tirbespiyê, koçberên Efrîn, Şehba, Serêkaniyê û Girê Spî yên li Qamişloyê ji bo parastina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê û parastina mafên gelê Kurd di destûra Sûriyeyê de, meşek li dar xistin. Meşê bi dirûşma “Yekbûna me hebûna me ye” ji Çerxerêya Sonî ya Qamişloyê dest pê kir. Bi hezaran kes tevli meşê bûn.
 
Meşevanan pankartên “YPJ vîna azadiya jinan e”, “Em ê vê rojê bikin roja pistgiriya Rojava”, “Zimanê me nasnameya me ye” û “Divê mafên me di destûrê de werin garantîkirin” rakirin.
 
Meşvan li Qada Şehîdên Qamişloyê rawestiyan û meşa xwe veguherand mîtîngê.
 
Di mîtîngê de li ser navê Însiyatifa Gel a Bajarê Qamişloyê Ebdulkerîm Sarûxan axivî û sekna gelê Kurd, Ereb û xiristiyanên li Rojavayê Kurdistanê, Kurdên li Bakur, Başûr, Rojhilat û derveyî welat a ji bo parastina şoreşa Rojava silav kir. Her wiha kesayetên li cîhanê yên ku bi erka xwe ya exlaqî bûn bersiv ji bo keda gelê Rojava jî silav kir.
 
Ebdulkerîm Sarûxan da zanîn ku ew di demeke hestiyar de ya ku divê di nav de mafê gelê Kurd bê misogerkirin de ne. Pêwîste êdî mafên wan ên neteweyî di destûr û zagonan de were diyakirin.
 
Sarûxan destnîşan kir ku divê mafê gelê Kurd di destûra Sûriyeyê jî bê misogerkirin û wiha anî ziman: “Em bi gotinan nema tên xapandin, bi gotinen misilmantî dixwazin me bixapînin, bila bizanin pîvanên islmama rast li Rojava tê dîtin.”
 
Ebdulkerîm Sarûxan bang li Kongreya Amerîkayê kir ku bila bi erka xwe ya exlaqî û wijdanî rabin, gel di şoreşa xwe de nema gavan paşve datînin, baweriya me heye ku dê nîqaş bikin û bila daxwazên gel bibihîzin.
 
Meş bi dirûşmên “Bijî berxwedanan Rojava” bi dawî bû.