Danişîna doza pitika di hemêza dêya xwe de qetil kirin hat taloqkirin
- 15:53 10 Sibat 2026
- Hiqûq
EDENE - Di danişîna doza Tevrîz Dora ya 3 sal û nîvî de ku li Edeneyê dema di hemêza dêya xwe de bû hat qetilkirin, polîsê wekî şahid hat guhdarîkirin îdia kir ku êriş li wesayîta wan çênebûye û polîsê bersûc jî ji bo "hişyariyê" çek teqandiye.
Di 11'ê Cotmeha 2025'an de di çalakiyên bi bonrya protetsokirina Komkujiya Enqereyê ya di 11'ê Cotmeha 2015'an de, Tevrîz Dora ya 3 sal û nîvî dema di hemêza dêya xwe Kamîle Dorayê de bû bi guleyên polîsan hatibû qetilkirin. Danişîna 8'an a doza der barê polis A.U., O.G. ve S.Tç de îro li Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Edeneyê hat lidarxistin.
3 polîsên ku bi sûcên "kuştina bi qesdî" û "birîndarkirinê" bi awayekî negirtî tên darizandin, beşdarî danişînê nebûn. Parêzerên wan di danişînê de amade bûn.
Her wiha parêzerê malbata Dora, Yasemîn Dora Şeker jî di danişînê de amade bû.
Di danişînê de polis M.G. wekî şahid hat guhdarîkirin û beyanên xwe yên berê dubare kir. Polîsê şahid ku di beyanên xwe yên li ber amadekirinê de ji bo bûyera li ber amadekirinê bûye îdia kiribû ku danê êvarî pêk hatiye, diayê bîra wî ku "bûyer bi roj pêk hatiye yan êvarî?" Polîs bilêv kir ku ew di wesayîta bi navê Ûral de bûye, di hundirê wesayîtê de kamera tune bûûye, tu êriş li wesayîta wan çênebûye û îdia kir ku A.U. ji qûleya wesayîta zirxî bi çeka MP-5'ê 3*4 caran bera hewayê daye.
Parêzerên bersûc ji bo der barê şahid û rapora pêzaniyê de nivîsê binivîsin, dem xwest.







