Dorpêça li ser Kobanê di roja 20’an de didome
- 09:58 8 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dorpêça li ser Kobanê di roja 20’an de didome. Li bajarê ku av û ceyran ser hatine qutkirin, xurek û pêwîstiyên din ên jiyanî jî êdî li ber qedînê ne.
Gef û dorpêça HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên ser rojavayê Kurdistanê berdewam in. Dorpêça li ser bajarê Kobanê ku nîv milyon mirov dijîn, di roja 20’an de ye. Kobanê hem berpirsyartiya koçberên bi darê zorê ji cih û warên xwe bûne li xwe digire hem jî li dijî êrişan li ber xwe dide.
Ji aliyê tenduristiyê ve gelek derman nayên peydekirin, bi taybet kesên nexweşiya qelewî û tansiyon û gurçikan bi wan re hene, zehmetiyê dikişînin. Her wiha kesên ku nexweşiya penceşêrê bi wan re heye, ji ber dorpêçê nikarin tedawiya xwe berdewam bikin.
Hikûmeta demkî bi vê dorpêçê şerê taybet li ser Kobanê bi rê ve dibe, dixwaze îradeya Kobanê ya li ser asta cîhanê sembola berxwedanê ye û yekemîn cihê têkbirina çeteyên DAIŞ’ê ye, bişikîne. Gelê Kobanê ji roja yekê ya dorpêçê ve bê deng nemaye û xwedî helwesteke berxwedêr e. Gel bi rêya komunan rojane xwe bi rêxistin dike û tax bi tax parastina xwe dike
Bi lihevkirina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya 30 Çileyê hate ragihandin diviyabû 2’yê Sibatê dorpêç hatibane rakirin. Dorpêç berdewam dike û êrişa siyasî û psîkolojîk a li ser Kobanê berdewam dike.







