Li Almanyayê ji bo piştevaniya Rojava meş
- 21:45 7 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bremenê ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava, meş hate lidarxistin û hate xwestin ku dorpêça li ser Kobanê were rakirin û statuya Rojava were naskirin. Di çalakiyê de rojnameya Der Spiegel ku sûcên mirovahiyê asayî dike, hate şermezarkirin.
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Bremen ê Almanyayê, bi armanca protestokirina êrîşên li ser Rojava meşek lidarxistin. Meş bi saeta xwecihî di saet 16:00’an de li Bremen Hauptbahnhofê, bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Di daxuyaniya meşê de êrîşên li ser Rojava wiha hate nirxandin:“Êrîşên li ser Rojava, polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd careke din nîşan da. Komkujî, revandina jinan, destdirêjî, êşkence û înfazên sîstematîk têne kirin. Nîşandana cenazeyên şervanên jin ên hatine qetilkirin û belavbûna van dîmenan li ser medyaya dijîtal, bi rêya şerê derûnî ya vekirî, parçeyek ji polîtîkaya belavkirina tirsê û terorê ye.”
Li dijî Der Spîegel bertek
Di meşê de bertek nîşanî Rojnameya Spiegel ê Elman hate kirin: “Der Spiegel qurbanî wekî sûcdar nîşan bide ku sûcên mirovahiyê ya kujerekî kêm bike. Em wekî jinên Kurd ji we daxwaza parastina edalet û rastiyê nakin; dixwazin zîhniyeta xwe ya nexweş ku rastiyan berovajî dike, biguherînin. Em polîtîkaya we ya weşanê şermezar dikin.”
Jinan di tevahiya meşê de dirûşmeyên, “Gerîla dimeşe, erd û ezman diheje”, “Bîjî Berxwedana Rojava”, “Bîjî Berxwedana Kobanê”, “EU finanziert Colanî bombardiert (YE’yê fînanse dike, Colanî bombe dike)”, “Terorîst Colanî”, “Bi can bi xwîn em bi terane Rojava”, “Freiheit fur Kobane, Freiheit fur Rojava”, “Jin, Jiyan, Azadî” berzkirin.
Meş li pêşiya Parlamentoya Eyaletê ya Bremenê bi daxuyaniyeke bi dawî bû.







