Alîkariya Gelê Şengalê ber bi Rojava ve bi rê ket
- 10:56 7 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Civaka Şengalê tevî hemû derfetên xwe yên kêm û birînên xwe yên kûr, di rojên herî dijwar de gelê Rojava bi tenê nehişt. Şengalê bi ruhê seferberiyê dest bi kampanyayeke mezin a alîkariyê kir.
Piştî ku li seranserê cîhanê ji bo Rojava bangên seferberiyê hatin kirin, civaka Şengalê jî yekser ket nav liv û tevgerê. Di qonaxa yekem de bi meş û çalakiyên girseyî êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin. Di qonaxa duyem de Kampanya alîkariyê di 25’ê mehê de dest pê kir û heta 6’ê Sibatê berdewam kir. Ji ber şert û mercên giran ên zivistanê, gelê Şengalê bi giranî kelûpelên germkirinê, cil û berg û pêdiviyên bingehîn ên demsalê kom kirin.
Ji ber ku deriyê sînor ê rasterast di navbera Şengal û Rojava de girtî ye, şandina alîkariyan bi rêyên alternatîf pêkan bû. Alîkariya ku ji 2 tiran pêk tê, ji Şengalê ber bi parêzgeha Dihokê ve hat birêkirin û tê payîn ku ev herdû tirên alîkariyê, sibê di deriyê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojava de derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin û bigihêjin destê kesên hewcedar.







