Çalakiyên xwendekaran ên li Îranê berdewam in

  • 15:19 6 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekarên bajarê Şîrazê yê Îranê ji bo bîranîna hevalên xwe yên ji hêla rejîmê ve hatine qetilkirin û ji bo prostestokirina zextên ser kedkarên tenduristiyê, çalakiya rûniştinê da destpêkirin. 
 
Çalakiyên proestoyî yên li Îranê di roja 41’an de berdewam dikin. Xwendekarên zanîngehê yên Şîraz û Tebrîzê, li dijî komkujî û girtinên li Îranê ji hêla rejîmê ve bênavber tê domandin, çalakî da destpêkirin. Xwendekarên Zanîngeha Zanistên Tipê ya Şîrazê, ji bo balê bikişînin ser komkujî, girtin û zextên ser kedkarên tenduristiyê, çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Çalakiya rûniştinê ya xwendekaran ku di 1’ê Sibatê de dest pê kir, berdewam dike. Xwendekaran, di çalakiyê de wêneyên hevalên xwe yên hatine qetilkirin hilgirtin. Xwendekarên di grevê de xwestin xebatkarên tenduristiyê jî tavilê bên berdan. 
 
Xwendekarên Zanîngeha Zanistên Mekanîk a Tebrîzê jî bi daxuyaniyeke nivîskî sersaxî ji malbatên zarokên wan ji hêla rejîmê ve hatine qetilkirin xwestin û got: “Em ê şehîdên berxwedanê tu caran ji bîr nekin.”