Li Cenevreyê ji bo meşa 7’ê Sibatê bang
- 19:54 5 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di nav de ciwanên enternasyonalîst jî hebûn bang li hemû gelên Cenevreyê kirin ku beşdarî meşa 7’ê Sibatê roja Şemiyê li Qada Plainpalaisê bê lidarxistin bibin.
Amadekariyên ji bo meşa girseyî ya ku 7’ê Sibatê roja Şemiyê ji Qada Plainpalaisê Cenevre yê Swîsreyê heta avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi dirûşmeya "Azadî ji bo Rêber Apo, Statû ji bo Rojava" bimeşin, didomin.
Di nav de ciwanên enternasyonalîst jî hebûn li gelek navendên kirînê yên li seranserê Cenevreyê xebat meşandin û rasterast bi raya giştî re têkilî danîn. Di xebatê de der barê armanc û naveroka meşê de agahî dan û raya giştî vexwendin meşê.
Bang bi Îngilîzî, Fransî, Kurdî û Tirkî hatin kirin û rasterast xwe gîhandin şêniyên herêmî, koçber û enternasyonalîst ên li Cenevreyê dijîn. Di xebatên agahdarkirinê de, gelek kes derbarê meşê de hatin agahdarkirin û banga beşdarbûna meşa 7’ê Sibatê roja Şemiyê ku li Qada Plainpalaisê bê lidarxistin dubare kirin.







