Jinan ji bo 6’ê Sibatê çalakî li dar xist

  • 21:24 5 Sibat 2026
  • Rojane
ENQERE - Jin bi wesîleya salvegera erdheja 6’ê Sibatê li Kolana Yukselê hatin gel hev û diyarkirin ku tevî sê sal di ser bûyerê re derbas bûye hîna bi sedan kes di konteynir, konan de di bin şert û mercên xerab de dijîn.
 
Platforma Jinan a Enqereyê bi wesîleya salvegera erdheja 6’ê Sibatê ya navenda wê Mereş bû û bando rli 11 bajarî kir li kolana Yukselê hatin gel hev, zincîra mirovahiyê avakirin û meşiya Kolana Sakaryayê.
 
Li ser navê platformê Sîbel Sari daxuyanî xwend.
 
Sîbel Sari da zanîn ku tevî 3 sal der bas bûye hîna bi sedan kes di konteynir, konan de di bin şert û mercên xerab de dijîn û wiha got: “Ev şert ji bo jinan hîn girantirin. Ki bajarên konteyniran mahremiyet hatiye tunekirin, hîjyen tuneye, tundî û destdirêjî heye. Ev şert û merc jinan bê parastin dihêlin. Em ê bi jinan re piştevaniya xwe bidomînin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”
 
Jinan daxwaz wiha rêz kirin:
 
“*Divê demildest ji bo jinên herêma erdhejê derfetên ewle yên starbûnê bên avakirin!
 
*Divê yekîneyên pêşîgirtina tundiyê bên xurtkirin, divê ev yekîne çalak û bandor  bin!
 
*Divê li hemû bajarên ji erdhejê bandor bûne stargehên jinan bên avakirin!
 
*Divê qadên bi ewle bê avakirin, mekanîzmayên serlêdanê bên vekirin!
 
*Divê mafê xizmeta tenduristî, zayendî, civakî û hiqûqî ya jinan bikeve bin ewlehiyê!”
 
Çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.