Mexdûrên erdhejê: Sê sal in tu tişt neguherî

  • 10:28 5 Sibat 2026
  • Rojane
Evîn Çîftçî
 
SEMSÛR - Li gel ku di ser erhejê re 3 sal derbas bûne jî hîna pirsgirêkên mexdûrên erdhejê berdewam dikein. Mexdûrên ku bertek nîşanî rewşê dan gotin,"Xaniyên TOKÎ ku ji bo me hatine çêkirin ger ku ji mer derneketin ji kê re derketine? Hayê kesekî ji rewşa me tune ye."
 
Li gorî daneyên zanistî, erdhejên bi şîddeta 7.8 û 7.6 ku di 6'ê Sibata 2023'an ku navenda wan Mereş bûn qewimîn û bandor li 11 bajaran kirin, bûn sedema mirina bi sedhezaran kesan û koçberbûna bi mîlyonan kesan. Erdheja ku qewimî bû sedema krîzekê û ev krîz 3 sal in berdewam dike,. Pirsgirêkên wekî xanî, gihîştina tenduristiyê, bêewlehiya aborî û zêdebûna şîdeta mêran a li dijî jinan rastiyên berbiçav in ku qurbaniyên erdhejê heta sê sal şûnda jî bi wan re têdikoşin. 
 
Jinên mexdûrên erdhejê ku me mîkrofona xwe dirêjî wan kir, diyar kirin ku ew sê sal piştî erdhejê jî bi heman pirsgirêkan re rû bi rû dimînin.
 
'Em di xetereyê de ne'
 
Hanîfe Nergis diyar kir ku ew hîn jî di konteynerê de heman pirsgirêkan dijîn û ew ji her alî ve di xetereyê de ne. Hanîfe Nergis got, "Vê dawiyê berf û baran barî û av ket malên me. 7 meh derbas bûn ku mêrê min li vir koça dawî kir. Niha jî destê zarokê min şikestiye. Li vir lênêrîna nexweşan hîn dijwartir e. Cih pir teng e û tevger zahmet e. Ji jiyana li kolanê çêtir e, lê gelek pirsgirêk hene. Dema berf barî, min nedikarî derve bibînim. Ji ber berfê me nedikarî deriyê konteynerê vekin, û pirsgirêkên ku çêbûn pir girîng bûn. Hundirê konteynerê her tim di bin avê de bû. Hemû tiştên min şil dibûn, ji ber vê yekê min hemû avêtin derve. Hemû konteyneran jî heman pirsgirêk jiyan. Axir, ew ne mal e. Em par  jî bi heman pirsgirêkan re rûbirû man. Em ji hêla tenduristiyê ve jî di xetereyê de ne. Dema ku hevjînê min nexweş bû, me ew bir ba doktor, û doktor got ku divê di konteynerê de nemîne, lê em neçar bûn ku bimînin.  Em hîn jî di heman rewşê de ne. Me serî li Rêvebeiya Pêşxistina Xaniyan Tirkiyeyê (TOKÎ)  da, lê li wir jî me xanî nedît. Dema ku ez diçim metbexê, ewqas sar dibe ku ez pirsgirêkên tenduristiyê yên cûrbecûr dijîm. Lê ez neçar im ku di bin van şert û mercan de li vir bijîm; çareyek din ji min re tune. Dema ku du mêvan tên, li hundur cîhek tune ku lê rûnin. Zarokê min destê xwe şikand, û mêvan tên serdanê, lê cîhek tune ku lê rûnin. Ew bêyî ku rûnên diçin." .
 
'Kes ji kêfa xwe li vir namîne'
 
Rızkat Darakçı ku got av pir caran li wargehên konteyneran tê qutkirin, bal kişand ser pirsgirêkên ku zarokên wê yên di temenê dibistanê di konteyneran de pê re rû bi rû dimînin. Rızkat Darakçı got, "Em di konteynerê de gelek zehmetiyan dikişînin. Jiyana bi du zarokên biçûk re li vêderê pir zehmet e. Ji bo zarokan hîn zehmettir e. Çi mêvanên di konteynerê de werin pêşwazîkirin, çi jî veguhastin be, em gelek zehmetiyan dikişînin. qad pir teng e; em nikarin tevbigerin. Em gelek zehmetiyan dikişînin, nemaze di zivistanê de; em nikarin çopê jî bavêjin derve."
 
'Di 3 salan de tiştek neguheriye'
 
Bes Boybey, diyar kir ku 3 sal in di jiyana wan de tiştek neguheriye û got, "Em 3 sal in li vir dimînin û me tu alîkarî nedîtiye. Me ne li gund û ne jî li vir tiştek baş nedîtiye. Berî erdhejê xaniyek me tunebû, em hatin vir û rewşa me hîn jî eynî ye; tiştek neguheriye. Ez tenê ji bo çêkirina xwarinekê bi her cûre zehmetiyan re rû bi rû dimînim. Çareyek din ji me re tune. Av li vir her tim tê qutkirin. Di vê pêvajoyê de kesî alîkariya me nekir. Me serî li TOKÎ'yan da lê me tiştek negirt. Daxwaza me ew e ku ew xanî bidin me."
 
'Kes nizane em çawa sax dimînin'
 
Di dawiyê de, mexdûreke erdhejê ku nexwest navê xwe eşkere bike diyar kir ku alîkarî rawestiyaye û got: "Ceryan û av car caran qut dibin. Gelek xanîyên TOKÎ hatin çêkirin, lê ew nedan mexdûrên erdhejê. 15 hezar kesî serlêdan kir, lê tenê 5 hezar kesan xanî wergirtin. Bajarê konteyneran ê li vir dê di meha Hezîranê de were hilweşandin. Em meraq dikin ka em ê biçin ku derê û em ê çawa îdareya xwe bikin. Ez wek jinek bi tena serê xwe dijîm. Ji ber pirsgirêkên tendirustiyê nikarim bixebitim bi alîkariya malbata xwe li ser piyan me ew jî çiqas bidome nizanim. Kes nizane ku em çawa debara xwe dikin."