Li Kolombiyayê çalakiyên ji bo piştgiriya Rojava

  • 11:35 2 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi banga "Riseup 4 Rojava2' û 'Women Defend Rojava' li Abya Yala'yê çalakiyên piştgiriya bi Rojava re hatin lidarxistin.
 
Bi armanca şermezarkirina êrişên li ser Rojava û piştgiriya bi berxwedanê, li paytexta Kolombiya Bogotayê, rêxistinên civakî yên cuda, saziyên femînîst, sendîkayên karker û komeleyên xwendekaran ên li bajêr çalakiyek lidar xistin.
 
Xwendekar 30'ê Çileyê li Zanîngeha Pedagojiyê li hev kom bûn, li ser rewşa heyî ya li Rojava agahî dan û çalakiyên cihêreng lidar xistin.
 
Piştre jî ji Zanîngeha Pedagoyê heta bi Konsolosxaneya Tirkiyeyê meşek hate lidarxistin. Çalakgeran li ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê êrişên çeteyan ên li ser Rojava şermezar kirin. Li ber deriyê konsolosxaneyê dirûşmên 'Jin, Jiyan, Azadî' û 'Bijî berxwedana Rojava' hatin nivîsandin.
 
Her wiha belavokên li ser rewşa dawî ya li Rojava hatin belavkirin. Piştî axaftinan çalakiyeke çandî hate lidarxistin. Li pêşiya Konsoloxaneya Tirkiyeyê pankarta bi nivîsa "Ji Abya Yalayê heta bi Kobanê em Rojava diparêzin, jiyanê diparêzin" hate daliqandin.
 
Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, "Em bi vê çalakiyên planên tinekirinê yên dewleta Tirk, hikumeta demkî ya Sûriyeyê û çeteyên HTŞ'ê yên li ser gelê Kurd û gelên din ên li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin. Weke jin û gel em dengê xwe bilind dikin; em rola Dewletên Yekbûyî yên Emerîka, Yekîtiya Ewropa û Îngilistanê ya di vê qirkirin û dagirkeriyê de mehkûm dikin.
 
Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew bi gelê Kurd ê berxedêr re ne û hate gotin, "Weke gelên Abya Yalayê em şer red dikin û dibêjin, ti gel heta ku hemû gel azad nebin nikarin azad bibin. Em ji Bogotayê, ji Kolombiyayê dibêjin: Bijî Şoreşa Rojava!"