TJK-E: Em bi xurtî tevlî çalakiyên 25'ê Mijdarê bibin!

  • 13:27 18 Mijdar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona TJK-E'yê ji bo çalakiyên 25'ê Mijdarê banga tevlîbûneke xurt kir.
 
Koordînasyona Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî daxuyaniyek weşand.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi pêşwazîkirina 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê, em hemû jinan ên bi tundiya mêr-dewletê ji jiyanê hatin qutkirin ji hezkirin û bi hêrs bi bîr tînin.
 
Têgeha 'Kujerê Civakî yê Kastîk' ku Rêber Apo di pêvajoya derbasbûyî de bi me re parve kir, rastiya qirkirinê ya ku jin bi hezaran sal in pê re rû bi rû dimînin, bi rengê herî şênber vegotiye. Kujerê Kastîk komunalîteya bi pêşengiya jin-dayikê hate avakirin, nirxên wê yên civakî û sîstema wê ya jiyanê bi zordariyê tine kir û li şûna wê sîstemeke bi serweriya mêr, desthilatdarîperest û zordar a dewletê ava kir. Ev sîstema li dijî civakê ji ber ku hîn jî dewam dike, qirkirina jinê giran bûye.
 
Ev yek bi rê û rêbazên cuda tê kirin. Ji aliyekî ve bi îdeolojiya zayendîperestiyê dijminatiya li jinê li nava tevahiya civakê tê belavkirin û tundiya psîkolojîk, fîzîkî û zayendî ya li jinê tê berfirehkirin. Li aliyê din jî bi şerê ku ji aliyê hegemonya kapîtalîst ve têne zedekirin zemîna qirkirina jinê tê xurtkirin. Em vê rastiyê di vê serdemê de li gelek deverên weke Sûriye û Sûdanê bi şênberî dibînin.
 
Heta ku çanda destavêtinê ji holê neyê rakirin; li qadên felsefe, zanistî, estetîk, exlaqî û olî heqîqeta civakî dernakeve holê. Di dema nû de heta ku çanda bi serweriya mêr a li nava kûrahiya civakê veşartî neyê hilweşandin, weke ku Marksîzmê jî ispat kir sosyalîzm nikare bi ser bikeve. Sosyalîstbûyîna mêrekî eleqeya xwe bi şêweyê têkiliya bi jinê re heye" û hate gotin, "Li dijî her cûre tundiya mêr dewletê bi pêşengiya jinê ya komunal divê em têkoşîna civakî xurt bikin û xwe bigihînin neteweya demokratîk.
 
Di vê demê de ku me amadekariyên 25'ê Mijdare dikir, li Elmanyayê jineke Kurd ji aliyê hevserê xwe ve bi rengekî hovane hate qetilkirin. Vê qirkirina jiNê careke din nîşanî me da ku divê em rêxistiniya xwe hîn xurt bikin û pêşengiya xwe ya civakî bi hêz bikin. Ji ber ku tenê bi rêxistiniyê em dikarin pêşî li tundiya dewletê û serweriya mêr bigirin. Lewma divê jineke bi tenê jî bêrêxistin nemîne ku rêxistiniya me karibe bibe xweparastina me. Lewma weke TJK-E em diyar dikin ku li hemberî her cure tundiyê em ê têkoşîna xwe mezin bikin û li ber qirkirina jinê rabin.
 
Weke Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê em ê di 25'ê Mijdara îsal de hem biherikin kolan û qadan, bi xwişkên xwe yên jig elên cuda re li dijî tundiyê û ji bo cîhaneke bê şer bimeşin, hem jî li navendên xwe yên civaka demokratîk bi gelê xwe re em ê bi çavkaniya tundiya li hemberî jinê dakevin û hewl bidin hişyariyê biafirînin. Di serî de jin em bang li civaka xwe dikin ku bi xurtî beşdarî çalakiyan bibin ku bernameya wan li jêrê hatiye diyarkirin."