Li Amedê konferansa jinên kurd

  • 12:32 19 Hezîran 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Yekitiya Jinên Kurd wê di 21-22 'ê Hezîranê de li Amedê Konferansa xwe ya 3’yemîn bi dirûşma “Bi yekitiya jinên kurd, ber bi yekitiya neteweyî ve” li dar bixe. 
 
Platforma Yekitiya Jinên Kurd wê di 21-22 'ê Hezîranê de li Amedê Konferansa xwe ya 3’yemîn bi dirûşma “Bi yekitiya jinên kurd, ber bi yekitiya neteweyî ve” li dar bixe. Amadekariyên konferanê didomin. 
 
Konferans dê li Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) pêk bê û du rojan berdewam bike. 
 
Konferansa ku dê di saet 10'an de destpêbike, piştî axaftina vekirinê û nîşandana sînevîzyonê ji çapemeniyê re girtî bidome. Roja duyem jî xwedina encamnameyê dê ji çapemeniyê re vekiribe. Konferans piştî encamnameyê bi dawî bibe.