Ji Kongreya NADA’yê: Hevparbûn û koalîsyona tifaqa girîng derket holê

  • 09:06 19 Hezîran 2025
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Hevşaredara Peyasê ku tevli kongreya NADA’yê bû wiha got: “Bi tevlibûna welatên her herêmê kongre pêk hat û sînerjiyek girîng derket holê. Hevparbûn û koalîsyana tifaqekek girîng derket holê.”
 
Di 15-17’ê Gulanê de yekemîn kongreya Koalîsyona Jinan a Demokratîk a Rojhilata  Navîn Bakurê Afrîkayê (NADA) li Silêmaniyê pêk hat. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku bi armanca xurtkirina yekiriya jinên a herêmî komîteya îhtîsasê ava bûye. Hevşaredara Peyasê Berîvan Gulşen Sîncar ku tevli kongreyê bû, ji ajansa me re axivî.
 
Berîvan Gulşen Sîncar da zanîn ku 15-17’ê Gulanê de ji 19 weltan bi tevlibûna 200 delegeyî kongre pêk hatiye û wiha got: “Di encama konferasnên di salên berê de pêk hatibû ev kongre pêk hat.Ji gelek welatan delege tevli bûn. Jinên ji welatên cuda tevlibûn bi tecrubeyên xwe tevli bûn. Der barê pirsgirêkên xwe de ku çareserî wê çawa pêk bê nîqaş hatin meşandin.”
 
'Biryarên girîng hatin girtin'
 
Berîvan Gulşen Sîncar got di kongreya sê rojan berdewam kirin de jinan perspektîfên têkoşîn, tecrube, pisgirêkên xwe, sekna li dijî pirsgirêkan nîqaş kirin. Berîvan Gulşen Sîncar wiha dirêjî dayê: “Di faliyetên çandî yên êvaran pêk hatin de jî hest û rihê hepvar yê jinan derket holê. Biryarên girîng hatin girtin. Di alî me de di alî jinên ji Tirkiye û herêmê tevli kongransê bûn de, atmosferek girîng hebû. Di diyalogan de, bernameyan de, xebatên atolye û panelan dehinek rastî hîn şênber derketin holê.”
 
‘Pêvajoyên girîng pêş ketin’
 
Berîvan Gulşen Sîncar daxuyakirin ku beriya kongreya NADA’yê di 2013’an d eli Amedê, di 2021’ê de li Beyrut a Lubnanê konferans pêk hatine û wiha bi lêv kir: “Yek ji sernavên girîng yên konferans3e sêyemîn şerê cîhanê, tifaqên jinan, rêxistinbûna jinan, pêşxistina tora parastina jinanj bû.Silêmanî yek ji bajarê girîng yê erdnîgariya Rojhilata Navîne. Silêmanî di alî xwegîhandinê, di alî têkoşîna tevgera jinên Kurd û tevgera jinên herêmê de nasnameyek ava dikir. Ji ber şerên bi salan tên meşandin, piştevaniya hepvar a têkoşîna tevgera jinan hat afirandin. Van derfetan bandor li kongreyê jî. Wek pêvajoyek girîng di hawira li Silêmaniyê de jî pêvajoyek wisa pêş ket.”
 
Hedefên kongreyê
 
Berîvan Gulşen Sîncar balkişand ser hedefên kongreyê û daxuyakirin ku yek ji hedefa girîng a kongreya NADA’yê li dijî desthildariyên mêr, avakirina torên rêxistibûna jinan û pêşxistina çandên piştevaniyê bû. Berîvan Gulşen Sîncar wiha dirêjî dayê: “Armanc eve ku tecrubyên tevgerên jinan û bandora têkoşîna jinan a global zêdetir bê pejirandinê bû. Em di alî tevgera jinên krud de dinêrin, li Bakurû Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa jinê pêk hat. Mijara ev rewşa şênber ya li Rojava divê çawa bê xurtkirin hat axaftin.Hem naskirina belgeyan a kongreyê,hem wek belgeya referansê naskirin girîng bû. Pêvajoyeke ku nexşerêyên girîng derket holê bû.”
 
Rola di aştiyê de hat nîqaşkirin
 
Berîvan Gulşen Sîncar di nirxandina xwe de da zanîn ku jinên Afgan jî tevli kongreyê bûne û wiha anî ziman: “Jinên Afgan sê rojan di kongreyê de bi rûpûş geriyan.Ji mafê perwerdehiyê  bifirin heta gelek mafên din êrîşên cidî li hember wan heye. Dema em dinêrin hewcedariyeke cidî bi rêxistibûnê heye. Di vê nokteyê de saziyên jinan, nasnameyê jinan, rêxistin û tevgerên jinan divê torên xwe pêş bixînin. Afirandina hişbimendiyê û xurtkirin û ya herî girîng jî rola aştiyê ya di guherîna civakê de pir hat nîqaşkirin. Di kongreyê de li ser rola jinan a di aştiyê de hat sekinandin, nîqaş hatin meşandin. Di kongreya NADAY’ê de bi pêşengiya jinan avakirina jiyaneke nû ya alternatîf derket holê.”
 
‘Komîsyonên cur bi cur hatin avakirin’
 
Berîvan Gulşen Sîncar balkişand ser avakirina komîteya îhtîsasê ya NADA’yê û di vê mijarê de jî wiha got: “Em li ser aliyên ku herî zêde hewcedarî pê heye sekinîn û nîqaş hatin meşandin. Dîsa di kongreyê de li ser pêşniyaran komîsyonên cur bi cur hatin avakirin.Yek ji van komîsyonan ya perwerdehî û pêşketinê bû. Ev komîsyon di alî ku jin li ser mafên xwe bisekinin û belav bikin de girîng bû. Dîsa komîsyona lêkolînê  ya herî girîn bû. Di alî pêşxistina nûneriya wekhev a jinan de komîsyonek girîng bû. Avakirina komîsyoneke ragîhandin û çapemeniyê jî yek ji biryareke girîng bû.
 
'Yek ji komîsyonên hatiye avakirin ya hiqûqê bû'
 
Yek ji komîsyona din ya der barê hiqûqê de bû. Hem di asta navneteweyî hem di asta netewî û herêmî de li dijî binpêkirinên mafan yên li hember jinan, bi hevkariya van komîteyan wê piştevaniya hevpar derkeve hlê. Der barê ewlehiya jinan û pêvajoyên aştiyê de jî komîteyek girîng hat avakirin. Her wiha komîteya avhewa û edaletê jî hat avakirin.
 
'Kampanya hatin pêxistin'
 
Li he rderê ji ber hilweşîna şer mirinên jin û zarokan derketina asta herî jor. Ji ber xelayê bi sedhezran kes bi birçîbûnê re rû bir û ne. Mirinên ji ber vê sal bi sal zêde dibin. Li djî van bi hevkariya kokmîteya kampanyayê wê piştevaniya hevpar bê pêşxistin.Sedema herî girîng  avakirina 7 komîsyonên îhtîsasê ev bû ku kongreyê biryarên girîng girt û xebatek girîng bû.”
 
'Sînerjiyek girîng hat bidestxistin'
 
Berîvan Gulşen Sîncar destnîşan kir ku kongreyê biryarên girîng girtine û ev bi hinek aliyan di rayagiştî de dîtin û wiha daxuyand: “Hat hedefkirin ku li dijî pirsgirêkên ku şer û tundî diafirîne jin xwe bi tifadên xurt rêxistin bike û bixwe re civakê jî rêxistin bikin. Bi tevlibûna welatên her herêmê  kongre pêk hat û sînerjiyek girîng derket holê. Hevparbûn û koalîsyana tifaqekek girîng derket holê.”