
Ji bo jiyanek ji tundiyê dur, wekhev û azad aştî ferz e
- 09:03 22 Gulan 2025
- Rojane
ENQERE - Jinan diyar kirin ku di pêvajoya aştiya civakî de divê hemû jin bibin hevkarê têkoşînê û wiha gotin: “Jiyanek ji tundiyê dur, ancax bi jiyaneke ku jin têkoşîn û damezrînerê wê ne pêkan e.”
Di 27’ê Sibatê de bi banga "aştî û civaka demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo "aştiya civakî" dest bi xebatan kir.
Jinên tevli bernameya Hidirellez a li Haymanayê bûn, der barê rola jinan a aştiya civakî û avakirina aştiyê de axivîn.
‘Ji bo aştiyê divê her kes piştgiriyê bide pêvajoyê’
Endama meclîsa jinan a DEM Partiyê Fîlîz Yabasu da zanîn ku ji destpêka hevdîtinên aştiyê de ji bo pêvajo neyê xitimandin û astengkirin xebatên cidî dimeşînin û got: “Me şahiyên Hidirellez yên îsal diyariyê Sirri Sureya Onder kir. Ji bo roja pêvajo dest pê kiriye her bi awayekî cidî dixebite. Barê mezin yê vê xebatê li sre jinan e. Jinan di vê pêvajoyê de serdanên malan, saziyan û bernameyên cidî meşanidn. Aştî girînge. Li vî welatî bi salane şer heye. Şer bû sedema hilweşîn û windahiyên mezin. Bidawîbûna vê dijminahiyê gelek girînge.”
‘Fêdeya şer ji kesî re tuneye’
Fîlîz Yabasu wiha dawî lê naî: “Divê aştiyeke mayînde pêk bê. Hêvîdarim em ê bi ser kevin. Şer fêdeyê nade tu kesî. Bi taybet dayik, dayikên leşker, gerîla tu car şer naxwazin. Ji ber mexdurên şer her tim dayikin. Em vê di her şerî de dibînin. Li Gazzeyê mexdurên şer jin û zarokin. Berê jî me dît li Yugoslavyayê, Saray Bosnayê mexdur her tim jin û zarok bûn. Gelek mînak hene. Ji ber vê hêviya me eve ku ev şer demildest bigihêje serkeftin û encamekê.”
‘Armanca me ku jin di pêvajoyê de cih bigirin’
Emîne Akyazili da zanîn ku di 2019’an de bi Înfiyatîfa ji bo Jinan Aştî, niha jî bi Însiyatîfa Hewcedariya Min bi Aştiyê heye didomînin û wiha behs kir: “Em jin di hawireke ku tundî zêde bûye, her roj sê jin tên qetilkirin de ne. Em jin jixwe têdikoşin lê li gorî me ji bo jiyaneke azad wekhev ji tundiyê dur, aştî şert e. Di civakîbûna aştiyê de rola jinan pir mezine. Em li taxan civînan dikin. Em li malan sohbetan dikin. Ji bo aştiya civakî rola jinan meizne. Em li taxan civînan dikin. Em di çalakiyan de deng û gotina ji bo aştiyê bilind dikin. Jiyanek ji tundiyê dur, ancax bi jiyaneke ku jin têkoşîn û damezrînerê wê ne pêkane.”
‘Aştî girînge’
Ozgur Ag jî wiha anî ziman: “Ji bo em jiyaneke mirovane bijîn, ji bo hemû çand, ziman rehet bijîn aştî pir girînge. Di vê nokteyê de divê her kes peywira xwe bîne cih. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Divê jin di vê nokteyê de berpirsyariya xwe bînin cih.”