Şandeya Îmraliyê dê bi Serokê Meclisê Kurtulmuş re hevdîtinê bike
- 08:55 26 Hezîran 2025
 - Ramyarî
 
	NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re hevdîtinê bike. 
	Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar dê îro saet di 10.30’ê de bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re hevdîtinê bikin. Di hevdîtinê de dê têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk her du alî agahiyan bi hev re parve bikin. 

				
				
				
				
				





