Ji Şaredariya Qelqeliyê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê

  • 10:45 7 Mijdar 2026
  • Rojane
WAN - Rêveberiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Qelqeliyê, starta çalakiyên 25'ê Mijdarê da û bal kişand ser têkoşîna hevpar a jinan. 
 
Rêveberiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Qelqeliyê ya Wanê, starta çalakiyên 25'ê Mijdarê da. Têkildarê mijarê daxuyanî dan.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em têkoşîna xwe ya li dijî pergala serdest a mêran berfireh dikin! Em bîranîna hemû jinên ku mafê wan ê jiyanê hatiye desteserkirin, hatine kuştin û tundî lê hatiye kirin serî radikin û dengê xwe bilind dikin. Em bi biryardarî têkoşîna xwe ya li dijî zîhniyeta serdest a mêran, şîdeta li hemberî jinan û kuştina jinan didomînin. Em ê dev ji avakirina civakek ku jin tê de wekhev, azad û bê şîdet bijîn bernedin."