Li Komara Kongoyê ya Demokratîk şewba kolerayê

  • 13:51 5 Mijdar 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN -Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, ragihand ku li Komara Kongoyê ya Demokratîk, ku di heman demê de bi şewba Ebolayê re jî têkoşînê dike, şewba kolerayê ya herî giran a van dehan salên dawî tê jiyîn.
 
Li Komara Kongoyê ya Demokratîk bi şewba Ebolayê re şewbeke giran a kolerayê jî heye. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), ji destpêka salê û vir ve li welat zêdetirî 60 hezar kes bi kolerayê ketine û hezar û 800 kesî jiyana xwe ji dest dan. Rêxistinê, diyar kir ku ev şewba kolerayê ya herî giran e ku di van dehan salên dawî de li welat hatiye dîtin.
 
Piraniya nexweşan li eyaletên Bakur û Başûrê Kivuyê ne ku di bin bandora şer de ne. Belavbûna kolerayê ya li seranserê Çemê Kongoyê bo herêmên nû, tirs û fikarên gihiştina nexweşiyê ya li paytext Kinshasayê zêde dike. Her wiha demsala baranê jî xetereya belavbûna nexweşiyê zêde dike.
 
WHO’yê, ragihand ku rêjeya mirina ji ber kolerayê nêzîkî ji sedî 3 ye. Ev rêje nîşan dide ku bi taybetî li herêmên şer, nexweş di gihîştina xizmetên tenduristiyê û dermankirinê de zehmetiyê dikişînin. Dîtina şewba kolera û Ebolayê di heman herêman de giranî li ser pergala tenduristiyê çêdike.
 
WHO’yê, diyar kir ku ji bo kontrolkirina şewbê divê xebatên parzayê werin zêdekirin. Ji bo sala 2026'an piştgirya 7,4 mîlyon doz derziya kolerayê hat pejirandin. Lê belê şer, pirsgirêkên gihîştina xizmetên tenduristiyê û demsala baranê têkoşîna li dijî şewbê zehmet dikin.