Dayikên Aştiyê: Mifteya Aştiyê li Îmraliyê ye
- 13:36 3 Mijdar 2026
- Rojane
ENQERE - Dayikên Aştiyê ku nerazîbûna xwe li hemberî bêgavî û nebûna gavên berbiçav ên dewletê li hember însiyatîfên aliyê Kurd di pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk de anîn ziman, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berdana girtiyên siyasî kirin.
Dayikên Aştiyê ku ji bo anîna ziman a daxwazên xwe yên aştiyê ji 24 bajarên cuda çûn Enqereyê, piştî "Nobeda Aştiyê" ya ku ji bo teşwîqkirina dewletê ya bi cih anîna berpirsiyariyên wê yên di pêvajoyê de hatibû destpêkirin, niha li Parlamentoyê bi partiyên siyasî yên cuda re hevdîtinan dikin. Dayikan diyar kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê rê li ber aştiyê veke; her wiha daxwaza berdana girtiyên nexweş û avêtina gavên berbiçav kirin. Dayikan tekez kirin ku aştî tenê bi hewldanên Kurdan pêk nayê û bal kişandin ser pêwîstiya têkoşîneke hevpar a dayikên Tirk û Kurd.
'Bila êdî dayikan li benda xwe nehêlin'
Ji Dayikên Aştiyê Behiye Ozgul, anî ziman ku divê dewlet jî derbarê pêvajoyê de gavê bavêje û got: "Divê ew jî dengê xwe derxin û gavê bavêjin. Em naxwazin ku tu kes bên kuştin an jî xwîn birije. Em dixwazin kesên di girtîgehan de bên berdan. Êdî bes e; bila êdî dayikan li benda xwe nehêlin. Bila ev şer bi dawî bibe. Em aştiyeke bi rûmet dixwazin."
‘Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye’
Taybet Ter, bi gotina ku mifteya aştiyê li Îmraliyê ye dest bi aaftina xwe kir û got: “Êdî dema wê ye ku Tirkiye jî gavekê biavêje. Em dixwazin deriyên girtîgehan vebin û girtiyên me yên nexweş bên berdan. Heta ku rêberê me azad nebe, ne em azad in û ne jî ciwan. Azadiya rêberê me dê ji bo Tirk û Kurdan bibe xêr û bereket..”
‘Dewlet guh nade dengê me’
Nazmiye Verendi ku yek ji Dayikên Aşitiyê ya ji Şirnexê ye, anî ziman ku zarokên wan bi salan e di nava têkoşînê de ne û got: “Em du sal in di nava ‘pêvajoyekê’ de ne. Dewlet ne gavekê diavêje û ne jî guh dide dengê me."
Dayika Aştiyê Perîhan Altog jî ku ji Nisêbînê çûbû Parlamentoyê, ev tişt anîn ziman: “Heta niha her gav ji aliyê Kurdan ve hatiye avêtin, lê ‘ew dewlet/desthilatdar ti gav neavêtine. Kesê ku li aştiyê digere ne Wezîrê Dadê ye; yên ku li aştiyê digerin ew jin in ku zarokên xwe bedel dane û zehmetiyên mezin kişandine. Ev dewlet her cûre kiryarên xirab pêk aniye; em baweriya xwe pê nayînin. Her wiha, Rêberê me 26 sal in di girtîgehê de ye; êdî dem hatiye ku ew were berdan. Em li pişt Rêberê xwe ne. Her wiha em li cem girtiyên xwe ne; hemû nexweş in û divê bên berdan. Em di van daxwazên xwe de bi biryar in. 30 milyon Kurd hene û ew ê hebûna xwe bidomînin.”








