Seroka MEBYA-DER’ê: Divê bankaya DNA û gavên hiqûqî leztir bin
- 09:02 29 Cotmeh 2026
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Hevseroka MEBYA-DER’ê Hulya Îlbars diyar kir ku ji ber pêvajoyên dozgeriyê giran dimeşin cenaze teslîmê malbatan nehatiye kirin û got: “Malbat tevî êşa giran di aştiyê de bi biryar in. Ji bo girtina cenzeyan şopandina hiqûqî û xebatên bankaya DNA’yê didomin.”
Piştî pêvajoya pevçûnê ya 50 salî şûnde, di lêgerîna aştiyê de, malbatên kesên zarokên xwe di têkoşîna azadiya Kurd de winda kirine, di aştiyê de bi biryar in. MEBYA-DER ji bo ku cenazeyên kesên di têkoşîna azadiyê de teslîmê malbatan bê kirin xebatên xwe didomîne.
Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Winda Kirine re (MEBYA-DER), Hulya Îlbars der barê pêvajoyê de, daxwazên malbatan de, radestnekirina cenazeyan de axivî.
Hulya Îlbars da zanîn ku di pêvajoya 50 salî de êşên mezin hatine jiyîn û got pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin ji aliyê civaka Kurd ve bi kelecanek mezin hatiye bersivandin û got: “Herî zêde jî malbatên me erênî dinêrin. Dixwazin êş bidawî be. Piştgiriyê didin pêvajoyê. Hêviya wan didome. Vê pêvajoyê ji bo Tirkiyeyê wekî derfetê dibînin.”
‘Em bi rêyên hiqûqî hewldanên xwe didomînin’
Hulya Îlbars da zanîn ew bi rêyên hiqûqî hewldanên xwe didomînin û wiha dirêjî dayê: “Di seranseê dîroka komarê de pergaleke ne hiqûqî û bê edalet hatiye meşandin. Di mijara dîtina winda û goran de hîna gelek malbatên li cenazeyên xwe digerin, cihê wan nizanin. Em di çarçoveya xebata navenda xwîn-DNA’yê de xebatên xwe dimeşînin. Ev du meh in agahiya şehadetan tê. Ji ber vê em pêvajoyek zehmet jiyan. Ev encamên bi êş ên şer in. Lê tevî vê malbat di aştiyê de bi israr in. Ev gelek bi nirx e. Divê gelê Kurd û hemû bawerî bigihêjin ewlehiya qanûnî. Çareserî di ewlehiya destûra bingehîn û civaka demokratîk de derbas dibe.”
‘Pergal giran dimeşe’
Hulya Îlbars daxuyakirin ku mafê herî esas yê malbatan ku dixwazin cenazeyên xwe bigirin tê astengkirin û wiha pê de çû: “Malbat dixwazin cihê cenazeyên xwe bibînin, cenazeyên xwe bigirin. Em wek lêkolîner dikevin hewldanên hiqûqî. Em bi rayedar û parêzeran re hevdîtinê dikin û ji daxwazên malbatan re li bersivê digerin. Serlêdan zêde ne. Lê mixabin pergal pir giran e, hêdî dimeşe. Heta niha du cenaze teslîmê malbatan hatin kirin. Ji bo yên din em dipên. Bendewariyên civakê hene. Lê nayên cih. Êşên şer hîna didomin. Tevî tevgera azadiyê gavên şênber avêtiye jî pêvajo giran dimeşe.”
Ji bo bankaya DNA’yê û gorên komî xebat
Hulya Îlbars di dawiya axaftina xwe de der barê xebatên tespît û vekirina gorên komî de wiha got: “Di alî hiqûqî de zext û daxwazên me hene. Ji bo vekirina gorên komî û kî van gorên komî de ne lêgerîna me didome. Ligel hevdîtinên bi parêzeran re ji bo avakirina bankaya DNA’yê û di alî ku malbat mînakên DNAy’ê bidin de xebatên me hene. Li seranserê Tirkiyeyê hîna gelek cenazeyên me xwe negîhandinê hene. Em ê şopdarê daxwaza mafdar a malbatan bin. Ev pêvajo girîng e. Divê Tirkiye vê ji destê xwe bernede.”







