Girtiya hat berdan: Têkoşîn didome

  • 15:27 27 Cotmeh 2026
  • Rojane
MÛŞ - Zeynep Topçu, ku çar roj berê ji girtîgehê hate berdan, li bajarê xwe yê ku lê hate pêşwazîkirin got, "Têkoşîn berdewam dike. Divê em heta ku hemû hevalên me yên berxwedêr serbest werin berdan têkoşînê bidomînin."
 
Zeynep Topçu, ku di 23'yê Cotmehê de ji Girtîgeha Jinan a Erzincanê hate berdan, li bajarê xwe yê Muşê hate pêşwazîkirin. Li ber deriyê bajêr ji aliyê şaxa Muşê ya Komeleya Alîkarî û Hevgirtina bi Malbatên Girtî û Mehkûman re (TUHAY-DER) û xizmên xwe ve hate pêşwazîkirin.
 
'Têkoşîn berdewam dike'
 
Zeynep Topçu li vir axivî û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi hezaran kesên din hîn jî di girtîgehê de ne. Zeynep Topçu hêviya xwe ji bo aştiyek bi rûmet û civakek demokratîk anî ziman û got, "Têkoşîn berdewam dike. Divê em heta ku hemû hevalên me yên berxwedêr serbest bên berdan têkoşînê bidomînin."