Nobeda li dijî JES’ê ya li Gimgimê di roja 176’an de ye
- 18:51 26 Cotmeh 2026
- Ekolojî
MÛŞ - Nobeda ku li gundê Xwarik ê Gimgimê nobeda ku li dijî projeya JES’ê hatiyû destpêkirin, di roja 176’an de ji hêla şêniyên gundê Qeregivîşê ve dewr hat girtin.
Nobeda ku Meclisa Ekolojiyê ya Gimgimê li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ku ji aliyê Şîrketa IGNIS H2 ya Amerîkî ve tê xwestin li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim a Mûşê bê çêkirin, di roja 176’an de berdewam dike.
Li cihê nobetê pankarta “Gelê Gimgimê santrala eneriya jeotermal naxwaze. Destê xwe nedin ava min, destê xwe nedin axa min” hate daliqandin. Nobet bi dewrgirtina şêniyên gundê Qeregivîşê berdewam dike.







