Li Kopê ji bo şehîdan merasîma bîranînê

  • 14:37 26 Cotmeh 2026
  • Rojane
MÛŞ - Li navçeya Kop a Mûşê bi pêşengiya MEBYA-DER’ê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurd mewlûd hate dayîn.
 
Malbatên şehîdan û gelek welatî beşdarî bernameya ku bi pêşengiya MEBYA-DER’ê hate lidarxistin, bûn. Bername bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û bi duayan dewam kir.
 
Hevserokê Mûşê yê DEM Partiyê Îlyas Aslan di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya şehîdan a ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd.
 
Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz jî bi bîr xist ku li hemû navçeyên Mûşê bernameyên bîranînê hatine lidarxistin û got, “Eger îro em di rojên dîrokî re derbas dibin, ev keda wan e. Em deyndarê wan e.”
 
Sumeyye Boz di bernameyê de helbesta “Ey Şehîd” a Seydayê Tîrêj xwend. Bernameya mewlûdê bi îkrama xwarinê û duayan bi dawî bû.