Fîlmê Şahbanûya Pembo li festîvala Mexrîbê bû yekemîn
- 11:58 22 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÜÇEYAN -Fîlmê Sûdanî "Şahbanûya Pembo" ku çîroka keçeke gundî ya li dijî talana jîngehê û guhertina tovên genetîk têdikoşe vedibêje, di 15'emîn Festîvala Fîlman a Mexrîbê de Xelata Mezin stend.
rFîlmê "Şahbanûya Pembo" çîroka keçeke gundî ya ciwan vedibêje ku rasterast bi guhertinên kapîtalîst ên ku gefê li jîngeha wê dixwin re rû bi rû dimîne û ji bo parastina maf û pêşeroja çandiniyê ya bajarê xwe têdikoşe.
Fîlmê Sûdanî yê ku derhêner Suzanna Mirghanî ye, di 15. Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Mexrîbê ya li Wicde hat lidarxistin de, Xelata Mezin girt.
Fîlmê ku Mehad Murtada, Rebîha Mihemed Mehmûd û Haram Beşîr tê de rol digirin, çîroka Nefîsayê vedibêje. Nefîsa, keçek gundî ye ku ji bo parastina zevî û pêşeroja çandiniyê ya gundê xwe li dijî karsaziyek ku hewl dide tovên pembû yên genetîka wan hatine guhertin ferz bike, şer dike. Fîlm nakokiya di navbera rastbûn û îstismara jîngehê de temsîl dike û rola pêşeng a jinan a di civakên gundan de destnîşan dike.
15’emîn Festîfala Fîlman a Navnetewî ya Mexrîbê, malovaniya pêşbaziyek dijwar a di navbera komek kesayetên pêşeng ên sînemaya Mexrîb û Ereb de kir. Lê belê, "Şahbanûya Pembo" bi saya vîzyona xwe ya derhênerî ya cihêreng û mijara xwe ya mirovî û jîngehê ya lezgîn ku hem ji bo juriyê û hem jî ji bo temaşevanan bi heman rengî deng veda, karî di nav fîlmên beşdar de derkeve pêş.







