Jinên ciwan êrişa li Şêxmeqsûdê şermezar ki

  • 19:07 18 Cotmeh 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN -Endamên Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Dirbêsiyê destdirêjiya li Pakrewangeha Taxa Şêxmeqsûdê şermezar kirin û banga hesabpirsînê kir.
 
Endamên Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Dirbêsiyê, li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê hatin gel hev û bi daxuyaniyekê destdirêjiya li Pakrewangeha Taxa Şêxmeqsûd a Helebê şermezar kirin.
 
Daxuyanî bi beşdariya endamên sazî, meclis û dayikên şehîdan ji aliyê endama yekitiyê Fatima Şêxo ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de destdirêjiya li pakrewangehan û êrişa li ser wêneyên hatin şermezarkirin. Hate gotin ev kiryar li dijî nirxên mirovî û exlaqî ye.
 
Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku parastina mîrateya şehîdan erkeke dikeve ser milê her kesî.
 
Di daxuyaniyê de banga hesbpirsînê ji berpirsên destdirêjiyê hate kirin û hate gotin, divê ev kiryar bê hesabpirsîn derbas nebe.