Li dijî îşkenceya li zarokê hatiye kirin bertek
- 18:09 18 Cotmeh 2026
- Rojane
RIHA – Rêxistinên hiqûqî bertek nîşanê îşkenceya li zarokê hatiye kirin dan û diyar kirin ku wê bêdeng nemînin.
Li navçeya Sêwereg a Rihayê li zaroka 8 salî îşkence hatibû kirin û der barê mijarê de rêxistinên hiqûqê yên bajar bertek nîşandan. Navenda Şopandina Mafê Zarokan a Baroya Rihayê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) daxuyaniya hevpar dan û diyarkirin ku wê li dijî îşkenceyê bêdeng nemînin.
Saziyan daxuyanî li ser hesabê dijîtal parvekirin û gotin: “Me bi xemginî û hêrseke mezin îşkenceya li Sêweregê li zaroka 8 salî hatiye kirin bihist. Zaroka bi giranî birîndar bûye û rakirin nexweşxanê. Li ser van îdiayan me bûyer şopan dû sê gumanbar hatin binçavkirin. Her cureyê tundiyê, destdirêjî û pêkanîna nebaş binpêkirina mafê mirovane. Parastina zarokan berpirsyariya hevpar a civakê, saziyan û hemû kesiye. Em bang dikin ku di vê mijarê de lêpirsîn bê kêmasî bêkirin û berpirs hesab bidin. Em ê şopdarê mijarê bin.”







