Li Amedê Rojên Sînema ya Ewropayê dest pê dikin

  • 19:48 14 Cotmeh 2026
  • Çand û Huner
AMED - Di 4’emîn Rojên Sînema ya Ewropayê  ku di navbera 21-25’ê Cotmehê de wê pêk bê 16 fîlm wê bên nîşandan.  Nîşandana fîlman wê bê pere be.
 
4’emîn Rojên Sînema ya Ewropayê ku ji aliyê Serokatiya Navenda Karên Çand, Huner û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Navenda Agahdariya AB’yê ya DTSO’ya Amedê ve tê lidarxistin, amadekariyê dike ku 16 fîlmên bijarte yên ji welatên cuda yên Ewrûpayê derxe pêşberî sînemahezên Amedî. Festîvala ku dê di navbera 21-25’ê Cotmeha 2026’an de pêk bê, dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê be.
 
Festîval bi piştgiriya Heyeta Yekîtiya Ewropayê ya Tirkiyeyê, balyozxaneyên welatên endamên YEK’ê, enstîtuyên çandê û Navendên Agahdariya AB’yê yên li seranserê Tirkiyeyê tê organîzekirin. Festîval îsal li gel Amedê; li Antalya, Îzmîr, Samsun û Trabzonê jî di heman demê de dertê pêşberî sînemahezan.
 
Fîlm wê bê pere bên nîşandan
 
Di hilbijartina fîlman de berhemên ji Avusturya, Belçîka, Danîmarka, Estonya, Fransa, Îrlanda, Îspanya, Îtalya, Letonya, Lîtvanya, Lûksemburg, Hollanda, Polonya, Portekîz, Yewnanistan û Swêdê cih digirin. Ev berhem dê dewlemendiya çandî ya Ewrûpayê bi zimanê sînemayê bigihîjînin temaşevanan.
 
Di bernameyê de ji komediyê heta dramê, ji belgefîlman heta anîmasyonê di gelek cureyên cuda de berhem hene. Fîlm; ji têkiliyên malbat û mirovan heta nasname û guherînê, ji muzîk û afirîneriyê heta mijarên civakî gelek babetên gerdûnî tînin ser perdeya spî.
 
Vekirina festîvala ku di dirêjahiya pênc rojan de nimûneyên cuda yên sînema Ewropayê bêheqdest bîne ber destê sînemahezan, dê di 21’ê Cotmehê roja Çarşemê saet di 18.00’an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê pêk bê.
 
Di dirêjahiya çalakiyê de sînemahez dê derfetê bibînin ku berhemên ku di bernameyê de wek nimûneyên herî nûjen û balkêş ên sînema Ewropayê tên pêşkêşkirin, bêyî pere temaşe bikin.
 
‘Çîrokên cuda, hestên hevpar’
 
Kordînatorê Navenda Agahdariya AB’yê ya DTSO’ya Amedê Mehmet Nezîr Guneş bal kişand ku sînema di navbera çandan de qada peywendiyê ya bihêz ava dike. Guneş diyar kir ku ew kêfxweş in ku reng û dengên cuda yên sînema Ewrûpayê bi sînemahezên Amedî re tînin cem hev û wiha got:“Amed dîsa bi hunerê re civiya. Em ê çîrok, cîhan û hestên sînemagerên ji welatên cuda yên Ewrûpayê li Amedê bi temaşevanan re bînin cem hev. Bi têgîniya ‘Çîrokên cuda, hestên hevpar’ em hemû sînemahezan vedixwînin festîvala xwe.”
 
Fîlmên wê bên nîşandan
 
Fîlmên di navbera 21-25’ê Cotmeha 2026’an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bên nîşandan wihane:
 
*Birqînên Dawî (  Glimmers)
 
* Mehkûmê Têkçûnê (Heads or Fails)
 
*Birêz Hîço Dijî Putîn e (Mr. Nobody Against Putin)
 
*Dengê Min (My Voice)
 
*Gloria!
 
*Têkçûna Hevsengê (Loss of Balance)
 
*Keleka di nav Baxçeyî de (A Boat in the Garden)
 
*Flow: Rêwîtiya Pisîkekê (Flow)
 
*Tawis (Peacock)
 
*Tamxweş / Bêtam ( Tasty)
 
*Radyoya Şevê ya Atînayê (Athens Midnight Radio)
 
*Em Hatin Revandin! (Kidnapped!)
 
*Mirovên Xweşik (Nice People)
 
*Bi Bêhnçikî (Breathing Underwater)
 
*Jiyan û Evîn (Life & Love)
 
*Çar Dayik (Four Mothers)