Li dijî JES’ê çalaki di roja 152’yan de ye
- 20:11 12 Cotmeh 2026
- Ekolojî
MÛŞ – Çalakiya nobetê ya li dijî projeya JES’ê li gundê Xwarik ê Gimgimê, di roja xwe ya 162’yemîn de berdewam dike.
Çalakiya nobetê ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ve li dijî projeya santrala enerjiya jeotermal a ku ji aliyê şîrketa IGNIS H2 Energy Generation Inc ku navenda wê li DYA’ye ve li gundê Xwarik ê navçeya Gimgimê ya Mûşê tê plankirin hatiye destpêkirin, didome. Di roja 162’yemîn a nobetê de, pankarteke bi nivîsa "Gelê Vartoyê santrala jeotermal naxwaze; destê xwe nedin av û axa min" li cihê çalakiyê hate daliqandin. Niştecîhên gundê Qasimanê ji bo wê rojê çalakî wergirtin ser xwe.
Çalakiya nobetê bi serdanên piştevaniyê yên welatiyan berdewam kir.







