Li Qamişloyê merasîma bibîranîna pakrewanan
- 13:18 14 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Beşdarên merasîma bîranîna 26 pakrewanên YJA-STAR û HPG’ê ku li bajarê Qamişlo hat lidarxistin soza bilindkirina têkoşîna li şopa pakrewanan heta pêkanîna armancên wan dan.
Li bajarê Qamişlo yê Cizîrê bîranîna 26 pakrewanên YJA-STAR û HPG’ê yên ji bajarên Qamişlo, Til Hemîs, Tirbespiyê û Amûdê hatin bîranîn. Di merasîma bîranînê de merasîmeke leşkerî hat lidarxistin û nasnameya 26 pakrewanan hat xwendin. Her wiha di merasîmê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Necah Gulo axivî.
Necah Gulo bal kişand ser têkoşîna azadiyê û pakrewanan û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em bi saya xwîna şehîdan hene. Me di rêya Rêber Apo de xwe nas kir. Ji wê demê heta niha dewleta hov, gotin me Kurd kirine çalan û ser wan girtiye. Lê Rêber Apo Kurdên mirî zindî kirin, me berê xwe da çiyayê Kurdistanê. Ji bo parastina nirxê xwe. Îro berxwedaniya li çiyayê azad, dewleta Tirk her roj digot ezê PKK’ê tune bikin. Em tune nebûn, em zêde bûn. Bi komployek navnetewî Rêber Apo xwestin Kurdan tune bikin. Lê gelê Kurd rabûn ser piyan ji bo azadiya xwe û welatê xwe serî rakirin. Dema şoreşa Rojava dest pê kir, dewleta Tirk bi hovane êriş kir. Lê van lehengan li ber xwe da. Ev welat gav bi gav bi berxwedaniyek mezin saziyên xwe ava kir û bûn hêz. Ji mezinan heta biçûkan qetil kirin. Em xilas nebûn. Ji ber em Kurd in, ev welatê me ye, emê li ber xwe bidin. Ji bo wê îro li bajarê Qamişlo bajarê şehîdan, dayîkên şehîdan şêr anîn. Çawa Mazlûm Dogan di girtîgehê de got berxwedan jiyan e, em jî dibêjin berxwedan jiyan e. Heta Rêber Apo rizgar nebe, em azad nebin emê doza şehîdan bidomînin. Soz bi Rêber Apo û şehîdan em ê li ber xwe bidin.”
Endama Kordînasyona Kongra Star Bêrîvan Xalid jî di merasîmê de axivî û wiha bal kişand ser mîrateya pakrewanan: “Di vê roja girîng de, herêm di pêvajoyek xeternak de derbas dibe. Lê bi hevgirtina gelên herêmê ku xwedî li şehîdan derdikeve, ev bi serê me nameyek e. Hişyariyek e ji kesên ku dixwazin vî mîrasî binpê bikin. Kesên ku bixwazin destdirêjiya nirxê me bikin, dê peyam û bersiva me jî ev be. Em bi rêz û hêz xwedî li şehîdên xwe derdikevin. Cîhan giştî dengdarên van şehîdan in. Yên ku ev gel parast. Kes nikare îtifaqiyan li ser rûmeta me çêbike. Mixabin hinek kesên nizanim çi nav lê bikin êrişî nirxê me dikin. Hikumeta veguhêz berpirsyar e, bêdengiya wê nîşan dide ew berpiryar e. Li hemberî jin, xeta jin êriş dikin. Dê hesab ji van kesan bê xwestin. Jin pêşeng bû û dê hesab ji van jî bixwaze. Em soz didin pêvajoya Rêber Apo dest pê kiriye û entegreya niha didome bi ser bixin. Her çendî êriş hebin û dixwazin vê projeyê bin bixin jî, emê vê projeyê bi ser bixin. Yê ku ev proje pêş xistin şehîdên me ne. Em jî soz didin wan têkoşîna xwe bilind bikin. Em soza xwe nû dikin, ji bo xwedîderketina şehîdan hertim li ser piyan bin.”
Li ser navê Kongra Îslama Demokratîk, Hevserokê wê Mele Mihemed Xerzî jî axivî û sersaxî ji tevahî malbatên şehîdan re xwest. Mihemed Xerzî got: “Îro em şehîdên me yên beriya dayîka xwe çûne û ew pey dayikên xwe çûne, dayikên ku saxin em sersaxiyê ji wan re dişînin. Peyame şehîd ji gel re, dibêje ji doza azadiyê venegere. Dibêje eger xwîne min we neke yek hûnê kengî bibin yek. Dibêje ji yekîtiya gelan a Rêber Apo pêşkêşkiriye venegerin. Şehîd ji dagirkeran dibêje, ma tu bawer dikî min tûne bikî. Her şehîdek diçe malbateke din pey dikeve. Dibe tu min tune bikî, lê tu nikarî doza min tune biki.”







