‘Em ê dest ji têkoşîna xwe ya ji bo mafê nefeqeyê bernedin’

  • 09:05 9 Cotmeh 2026
  • Rojane
Beritan Tunç
 
ÎZMÎR - Jin der barê betalkirina mafê nefeqeyê de ku di rojnameya Fermî de hat weşandin de axivîn û gotin: “Bi mahkumkirina xizaniyê têkoşîna li dijî tundiyê ne pêkane. Mudaxaleya li dijî mafê nefqeyê, mafê jiyana jinan tehdîd dike.”
 
13’yemîn Pakêta Darazê ku der barê nefeqeya xizaniyê de sînorkirinê tîne di 1’ê Cotmehê de wê bê rojeva meclîsê. Bang û îtîrazên rêxistinên jinan jî didomin. Ji Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) parêzer Zelal Gunerî û endama Meclîsa Nûneriya Piştevaniya Mor Zeynep Eda Berfîn Tozlu der barê mijarê de axivîn.
 
Parêzer Zelal Gunerî da zanîn ku bi biryara DDB’ê tevahiya hukma der barê nefeqeyê nehatiye belavkirin û got: “Tenê beşa ‘bêdem’ hatiye betalkirin. Nefeqe wek encama destberdanê di hiqûq pergalê de didome.Mijara esas a bê nîqaşkirin xizaniya jinê û newekheviya zayenda civakî ye. Barê herî giran ê malê yê zarokan li ser jinan hatiye barkirin. Ji perwerdê heta kariyer û jiyana kar jin di alî aborî de pirsgirêkan dijîn. Hedefa me ev e  tu kes hewcedarê nefeqeyê nebe û ev şert û mercên xizaniyê neyên afiranidn. Nefeqeya tê gotin 2 hezar lîra ye û ji sedî 40’î zêdetir kes vê nefeqeyê nadin. Di çapemeniyê de nefeqeyên zêde yên kesên navdar didin tabloyê nîşan nadin. Ev mînakên munferîtin. Mixabin piranî jin hewce bi nefeqeyê dibîn.Di seranserê zewacê de sererastkirin pêkanîn, dema nefeqeyê diyarkirin encama polîtîka dewletê ye.’
 
‘Mudaxaleya li nefeqeyê jinan hepsê nav tundiyê dike’
 
Zelal Gunerî her wiha daxuyakirin ku di navbera xizaniya jinê û tundiyê de têkiliyek mezin heye û got: “Ji ber rolên zayenda civakî barê mezin yê malê li ser jinane. Jinan di alî aborî de girêdayê mêran dikin.Ev jî jinan hepsê nav têkiliyên ku tundiyê dihewîne dike. Jin bi awayekî sîstematîk li Tirkiyeyê rastî tundiyê tên. Ji ber vê jî şertên cuda dertên holê. Jinên azadiya wan ya aborî heye jî tundiyê dibînin. Dema jin bixwaze ji zewaca ku tundiyê dibîne derkeve, dikare perwerda xwe nîvco bihêle û kariyerê rawestîne.Di rewşên wisa de kêmkirina mafê nefeqeyê an jî ji holê rakirin, rewşa jinan zehmetir dike. 2 hezar pir kêm e. lê ev piştgiriya biçûk jî tê rakirin. Dema ku wekheviya zayenda civakî bê avakirin wê hewcedariya bi nefeqeyê jî kêm bibe. Armanca têkoşîna femînîst eve ku jin di alî aborî de serbixwe û xurt bikin.”
 
‘Nefeqe mafê esas e’
 
Endama Nûneriya Piştevaniya Mor Zeynep Eda Berfîn Tozlu jî destnîşan kir ku nêrîna wekê ‘çend meh zewicîma û seranserê jiyanê nefeqeyê digire’ ya di raya giştî de tê afirandin rastiyê nîşan nade û ev nirxandin kir: “Ne dema nefeqeyê, divê sedema ku jin di alî aborî de çawa ber bi xizaniyê ve diçin bên nîqaşkirin.Di nav malbatê de barê herî giran li ser jinane. Jin ji qada xebat û cemaerî tên durxistin û keda wan nayê dîtin.Keda jinê tê binpêkirin. Nefeqe piştî destberdanê ji bo jiyana xwe bidomînin girînge. Pereyê mijara gotinê ye jî ne mîlyonin. Piranî 2-3 hezar, herî zêde 3-5 hezarin. Nefeqe mafê esas yê jinan e.  Di şertên Tirkiyeyê de bi vî pereyî debare kirin ne pêkane. Di çapemeniyê de pereyê ku navdar didin derdixin pêş. Ev rastiyê nîşan nade. Ev mijara nefeqeyê manîpule dike. Em ê li dijî vê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê li kolanê têkoşîna xwe ya ji bo xespkirina maf bidomînin. Bi mahkumkirina xizaniyê têkoşîna li dijî tundiyê ne pêkane. Mudaxaleya li dijî mafê nefqeyê, mafê jiyana jinan tehdîd dike.”