‘Hêza esas a pêvajoya aştiyê jin in’
- 09:04 7 Cotmeh 2026
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Stenbolê Kamîle Kandal diyar kir ku Pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn xwedî li girîngiyeke dîrokî ye û wiha got: “Qanûna Çarçoveyî ya ji meclîsê derbas bûye, di alî zemîna qanûnî de ji tecrubeyên berê cudatire. Divê gavên lez bên avêtin û divê jinên ku hêza esas a pêvajoyê ne bi mekanîzmayên wekhevî-azadixwaz re li maseyên biryarê bi awayekî aktîf cih bigirin.”
Di esasa rapora ku komîsyona li Meclîsê di çarçoveya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de hat amadekirin de qanûna çarçoveyî hat avakirin û bi dengên piranî parlamenterî hat qebûlkirin, di rojnameya fermî de hat weşandin û ket meriyetê. Bendewariyên di alî pêkanîna qanûnê de didomin û helwesta di nokteya avêtina gavên pratîk a desthilatdariyê jî di alî pêvajoyê de yek ji mijarên ku tê nîqaşkirinê ye. Li aliyekî pêvajo dimeşe li aliyê din jî pirsên krîtîk yên di alî weheviya zayenda civakî û cih girtina jinan a di komîsyon, lijne û mekanîzmayên biryarê de derdikevin pêş.
Jin jî di her platformê de diyar dikin ku ew namzetên aktorên pêşeng yên pêvajoyê ne. Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê Kamîle Kandal der barê pêvajoyê de axivî.
Kamîle Kandal diyar kir ku Tirkiye di pêvajoyek dîrokî de derbas dibe û hem ji bo gelên Tirkiyeyê hem gelê Kurd pêvajoyek girîng e. Kamîle Kandal bi lêv kir ku piştî pêvajoya pevçûnê ya 50 salî şûnde pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêvajoyek girîng bû û wih agot: “Yên aştiyê dixwazin yên ji bo aştiyê hewl didin e. Yên piştgiriyê didin vê pêvajoyê hene. Lê yên vê pêvajoyê naxwazin jî hene. Pêvajoyên aştiyê wisa hêsan nabin. Pêvajoyên nêzî 10 salan hene. Ji ber vê divê sebir hebe. Divê bawerî hene. Piştî 50 salî şûnde agirbest hat îlankirin. Beriya vê me pêvajoya Dolmabahçeyê jiya. Çawa hat qedandin, çima nehat xwestin an jî me dît mase çawa hat hilweşandin. Ya rast di alî gel de fikar hene. Yên pêvajoyê dişopînin fikarên wan hene. Me di pêvajoyê berê de dît. Lê cudahiyek vê pêvajoyê heye zemîna qanûnî. Me pêvajoyeke derxistina qanûna çarçoveyî ya hemû partî têde ne jiya. Di alî dîrokî de girîng e. Qanûna çarçoveyî hema hema bi erêkirina hemû partiyan derbas bû. Ev girîng e.”
‘Serkeftin wê bandor li Rojhilata Navîn bike’
Kamîle Kandal daxuyakirin ku ji bo mayîndebûn û demokratîkbûna pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" divê gavên leztir bên avêtin û wiha berdewam kir: “Rojeva cîhanê, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bil ez derbas dibe. Serkeftina pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' li gorî min wê bandor li Rojhilata Navîn bike. Em behsa civakek demokratîk û aştiyeke bi rûmet dikin. Divê mafên çand, dîrokî û ziman yê gelê Kurd bê nasîn. Bendewariyên civakê hene. Divê gavên lezgîntir bên avêtin. Ger em bixwazin pevçûnên civakî biqedînin ger em civakek demokratîk bixwazin divê gavên rast bên avêtin. Divê statu jî rast bên dayîn. Me hewldan û keda bi nirx a Birêz Ocalan a ji bo pêvajoyê dît.”
Hêza esas a pêvajoyê jin in
Kamîle Kandal balkişand ser mekanîzmayên muzakereyê, komîsyon û lijneyên hatine avakirin û wiha anî ziman: “Ev lijne peywirên xwe baş bîne cih, belkî ne lezgîntir be lê wê serkeftinê bîne. Em bi vê bawer dikin. Ji bo vê jî bêguman divê partiyên muxalefetê piştgiriyê bidin. Piştgiriya Birêz Ocalan a fikr û nêrîn û felsefîk pir zêde ye. Di vî alî de tenê di Lijneya Bêçekbûnê de behs kirin ji me re teng tê. Yanî divê di gelek lijneyan de cih bigire. Divê şertû mercên wî bên başkirin û kanalên hevdîtinê yên ku rojnameger û nivîskar fikr û nêrînên xwe bi rehetî dibêjin bên avakirin. Pêşniyareke lijneya jinê ya Birêz Ocalan pêşkêş kiribû hebû. Pêkhateyeke divê tevgera jinên Kurd, tevgera jinên Tirk, tevgera femînîst têde ye hebe. Ji ber jin hêza esas a civakî û hemû pêvajoyan e. Divê lijneyeke jinan bê avakirin. Em vê dixwazin. Em ê di vê mijarê de bi israr bin. Bêyî jinan civakeke mokratîk jî ne pêkan e. Jin wê pêşengiya civakê jî û ya desthilatdariyê jî bike.”







