Li Erziromê ji bo Nagîhan Akarsel bîranîn

  • 15:40 5 Cotmeh 2026
  • Rojane
ERZİROM –Li Erziromê ji bo Nagihan Akarsel û Haci Lokman Bîrlîk merasîmeke bibîranînê hat lidarxistin.
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), li Erziromê ji bo Nagihan Akarsel a rojnamevan û endama Akademiya Jineolojiyê ku li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hatibû qetilkirin û Hacı Lokman Birlik ê ku di 3'yê Cotmeha 2015'an de di dema qedexeya derketina derve ya li Şirnexê de hatibû kuştin, merasîmeke bibîranînê hat lidarxistin.
 
Çalakî li avahiya Rêxistina Navçeya Tatosê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane pêk hat. Piştre, vîdyoyeke taybet a  Akarsel û Bîrlîk hat nîşandan. Piştî vîdyoyê, helbest û nivîsên Nagihan Akarsel hatin xwendin.
 
Merasîma bibîranînê piştî xwendina nivîs û helbestan bi dawî bû.