Ji rojnameger Derya Okatan peyam
- 11:17 5 Cotmeh 2026
- Rojane
STENBOL - Rojnamevana girtî Derya Okatan di peyameke ku ji girtîgehê şand de got: "Hêvîdar im ew şaşiya ku bû sedema girtina min, di zûtirîn demê de were çareserkirin û ez vegerim nav we."
Rojnamevan û endama Lijneya Disîplînê ya Sendîkaya Karkerên Çapemeniyê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Pêşverû yên Tirkiyeyê (DİSK) Derya Okatan a di 3'yê Cotmehê de li Enqereyê hatibû girtin û şandibûn Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakırkoyê, bi rêya hevalên xwe peyamek şand.
Peyama Derya Okatan wiha ye: "Mixabin, di sala xwe ya 20'an a pîşeyê de, ez jî rastî wan girtîgehan hatim ku hema hema her rojnamegerek li Tirkiyeyê carekê pê re rûbirû dimîne. Lêbelê, tenduristî û moralê min baş e. Hêvîdar im ew şaşiya ku bû sedema girtina min, di zûtirîn demê de were çareserkirin û ez vegerim nav we. Spas ji bo her kesê ku piştevaniya xwe nîşan daye. Silav û hezkirin ji bo hemû hevalan."







