Li Elkê mirina bi gûman a jinekê
- 18:17 3 Cotmeh 2026
- Rojane
ŞİRNEX – Fikriye Cin li mala xwe ya li navçeya Elkêyê di rewşeke gumanbar de mirî hat dîtin.
Fikriye Cin li mala xwe ya li navçeya Elkê a Şirnexê di rewşeke gumanbar de mirî hat dîtin. Kesên wê, ku nikaribûn pê re têkiliyê deynin, agahî dan Navenda Banga Lezgîn a 112’an. Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û cendirmeyan sewqî wê navnîşanê hatin kirin. Piştî ketina nava malê, tîmên tenduristiyê piştrast kirin ku Fikriye Cin jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeyê Fikriye Cinê ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Hat ragihandin ku derbarê vê mirina gumanbar de lêpirsîn hatiye destpêkirin.







