Çalakiya li dijî JES’ê di roja 153’emin de ye
- 17:43 3 Cotmeh 2026
- Ekolojî
MÛŞ – Niştecîhên taxa Xoşanê, di roja 153’yemîn a çalakiyê de, nobeta li dijî projeya JES’ê ya li gundê Xwarikê yê Gimgimê dewr girtin.
Nobeta ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ve li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) a plankirî ya li gundê Xwarikê ku girêdayî navçeya Gimgimê ya Mûşê ye hatibû destpêkirin, didome. Di roja 153’yemîn a nobetê de, pankarteke bi nivîsa "Gelê Vartoyê santrala enerjiya jeotermal naxwaze; destê xwe nede av û axa min" li cihê çalakiyê hate daliqandin.
Welatiyên ji taxa Xoşanê nobet dewr girtin.







