Heyeta DEM Partiyê bi Numan Kurtulmuş re hat gel hev
- 17:42 3 Cotmeh 2026
- Rojane
ENQERE - Endamên Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş re civiya.
Endamên Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar li Meclisê bi Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş re civiyan. Di civînê de li ser serdema nû ya qanûn danînê de qanûnên bên çêkirin û avakirina Desteya Çavderiyê li meclisê gotûbêj hat kirin. Endamên heyetê nêrîn û pêşniyarên xwe jî pêşkeşî Numan Kurtulmuş kirin.







