Derya Aslan: Ji bo aştiyê divê tecrîd bidawî be

  • 09:04 30 Îlon 2026
  • Rojane
Dîlan Babat - Pelşîn Çetînkaya
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama MYK DEM Partiyê Derya Aslan da zanîn ku di pêvajoyê de krîza esas tecrîda li ser Abdullah Ocalan e û got: “Pêknehatina hevdîtinan, astengiyên li pêş hevdîtinên malbat û parêzeran samimiyeta deshtilatdariyê nîşan dide.”
 
Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 27’ê Sibata 2025’an de kir PKK’ê biryara feshkirinê da û 11’ê Tîrmehê de çek şewitand û gavên nû hatin avêtin. Pirsên wekê xebatên li meclîsê wê kengê bigihêjin sererastkirina qanûnî û jin wê di pêvajoyên biryarê de çawa cih bigirin jî li bendê bersivê ne.
 
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Derya Arslan der barê pêvajoyê de axivî.
 
‘Em behsa pêvajoyeke 50 salî pêvajoyeke lêgerîna maf dikin’
 
Derya Aslan balkişand ser destpêkirina pêvajoyê û got: “Em behsa pevajoyeke pevçûnê ya 50 salî dikin. Em behsa pêvajoyeke lêgerîna maf dikin. Civakek, gelek di 50 salî de gelek tişt jiyan kirin. Ev pêvajo ji bo çarseriyê girîng bû. Hinek gav hatin avêtin.  Di vê asta em lê ne hewce bi analîzkirin, rast nirxandinê heye. Tevgera azadiyê bi gel û gelan re dikevin pêvajoyek têkoşîna nû. Di vî alî de ev pêvajoyek dîrokiye.”
 
‘Ji vir destpêkirin zîhniyete, pîvan e’
 
Derya Aslan balkişand ser biryara feshkirina PKK’ê û şeiwtandina çekan û got: “Di zemîna pevçûnan de alî gihiştine pêvajoyeke dîzaynkirina wisa. Ji nokteyekê şûnde dîsîplîn ya jê re  hiqûqt tê gotin teknîk dimîne. Bêguman encamê de zemînek hiqûqî ya em xwe dispêrinê heye. Di serî de ji bo serok pêvajoyê bimeşîne divê aliyê hiqûqî bê runiştandin. Ger em behsa sammiyetê bikin divê aliyê hiqûqî ferze. Ev tiştekî mirovahiye. Divê mirov cenazeyên xwe bigirin. Hiqûq ji bendewariya hiqûqê wêdetir hewce bi pêşketineke ku dest dide jiyanê heye. Ez di alî teknîkî de di alî meclîsê de di alî pergalê de nanêrim. Ev mijara başkirina êşane. Ji vir destpêkirin zîhniyete, pîvan e.”
 
‘Di dîroka siyaseta Tirkiyeyê de rapora ewil e’
 
Derya Aslan balkişand ser rapora Komîsyona Demokrasî Xwişk û Bira û Hevgirtina Neteweyî ya di 18’ê Sibata 2026’an de  hatiye qebûlkirinê û got: “Ev di dîroka siyaseta Tirkiyeyê de rapora ewil e. Raporek girîng e. Di zemîna qanûna mayîn de em vê raporê girîng û destpêk dibînin. Lê zîhniyeteke li ser tekela çareseriyê mayî heye. Desthilatdarî tehê behsa  berdana çekan dike. Behsa rawestandina pevçûnan dike. Ee lê ji vir şûnde? Me çima çek bikar anîn? Sedemên pevçûna çiye. Çima ev şer 50 sale didome. Yanî mijar ne berdana çekan û bêdengkirinaçekane.divê mafên çand, ziman, jiyanê ji bo gelan bê nasîn. Çarçoveya heyî vê dihewîne. Ya girîng ji bo me eve ku şert û mercên ku Serok Apo xebatên xwe bi awayekî azad bimeşîne, bê avakirinê.”
 
‘Divê pêvajo bê vegotin’
 
Derya Aslan di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Ez vê zelal bêjim. Bêguman faktorên navbeynkar heta cihekî di pêşketina pêvajoyê de rol dilîzin. Lê niha em niha tenê di zemîna rastiya Kurd û Kurdistanê de îfade nekin. Divê alî xwe îzah bikin. Divê ji hev re pêvajoyê vebêjin. Yekser têkiliya serokatiyê wê pêşiya pêvajoyê vebike an jî wê yekser nirxandina pêvajoyê ji civakê re ragîhîne. Ji bilî vê riya îqnakirinê tuneye. Mînak rojên borî de di nirxandineke ji Ewropayê hat de hat gotin ku ‘bangek hebe em tên’. Ge rku serok vê bangê neke tu bawer dikî ku wê bên? Ew ne pêkane. Kîjan gerîla bêyî serokatiyê çeka xwe datîne ? Ev pêkane? Na ne pêkane.”
 
‘Tevgera Azadiyê berpirsyariya xwe aniye cih’
 
Derya Aslan daxuyakirin ku tevgera azadiya Kurd hemû bepirsyariyên xwe aniye cih  û wiha dirêjî dayê: “Ji vê saetê şûnde ji îfade û daxuyaniyên wan bi qasî me fêmkiriye gaveke ku bê avêtin nemaye.Ji vê saetê şûnde hemû niyeta xwe danîne holê. Girêdayîna xwe ya pêvajoyê danîne holê.TMK hînaheye. Gelek kesên ji TMK’ê mexdurin hene. Ji dayikan bigirin heta esnafan her kesî bedelên mezin dan. Divê ji gelê Kurd teslimiyet neyê payîn. Gelê Kurd 50 sale têkoşîn ji bo vê nemeşandiye.”
 
‘Gelê Kurd tecrîdê qebûl nake’
 
Derya Aslan destnîşan kir ku  bi salane li dijî tecrîdê têdikoşin û di vê astê de  behsa tecrîdê kirin gotina herî giran e û got: “Di demên herî giran a pêvajoyê de tecrîd pêk hat. Hinekan 40 roj hinekan 50 roj û her wekê din. Divê aliyê xesas yê gelê Kurd bê dîtin. Gelê Kurd tecrîdê û bi tecrîdkirinê meşandina pêvajoyê qebûl nake. Helwesta xwe zelal daniye holê. Di Newrozê de di 8’ê Adarê de danî holê.”
 
Derya Aslan balkişand ser sererastkitinên qanûnî û daxwazên wekê perwerdehiya bi zimanê dyaikê, welatibûna wekhev û demokrasiya herêmî û got: “ Bêguman deshtilatdarî muxatabe. Ev pêvajo êdî limeclîsê ye. Mafê çand û ziman. Di vî alî de civak zemîna ewlehiya qanûnî dixwaze. Zemîneke di asta hiqûqî û fermî de di bin bana meclîsê de tê xwestin.  Ger ev dem neyê avkairin wê di navbera zemîna pevçûna 100 salî de tengezar bibe.”
 
‘Jin hêza pêşeng a pêvajoyê ne’
 
Derya Aslan balkişand ser cihgirtina jinan a di pêvajoyê de û wiha bi lêv kir: “Em behsa pergaleke desthilatdariyê ya ku mase ji jinan re girtine dikin. Em vê qebûl nakin. Divê em li ser wan maseyan cih bigirin. Ez wek aliyekî pêvajoyê îfade nakim.  Tu gotineke ku jin nebêje venaguhre aştiyê. Di vêde fêde ye. Jin hêza pêşeng a pêvajoyê ne. Em vê azadiya Abdullah Ocalan. Em dixwazin ku Abdullah Ocalan di şert û mercên azad de pêvajoyê kordîne bike.”
 
Derya Aslan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo hatinan amadekarî didomin û got: “Bêguman qadên krîzê ya pêvajoyê hene. Beriya her tiştî zemîn bi xwe qada krîzê ye. Di pêvajoyê de krîza esas tecrîda li ser Abdullah Ocalan e. Pêknehatina hevdîtinan, astengiyên li pêş hevdîtinên malbat û parêzeran samimiyeta deshtilatdariyê nîşan dide.”