Pêşengeha Pirtûkan didome
- 15:32 29 Îlon 2026
- Çand û Huner
AMED - 10'emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja xwe ya 4'yemîn de berdewam dike. Pirtûkhez bi eleqeyeke mezin serdana pêşengehê dikin.
10'emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê, Odeya Bazirganiyê ya Amedê û TUYAP'ê ve li Navenda Fuar û Kongreyan a Navneteweyî ya Mezopotamyayê tê lidarxistin di roja xwe ya 4'emîn de berdewam dike. Pêşengeha pirtûkan rastî eleqeyeke mezin tê û pirtûkhez bi awayekî girseyî serdana pêşengehê dikin.







