16'emîn Turnuvaya Tenîsê ya Amed Cupê wê di 3'yê Cotmehê de dest pê bike

  • 10:01 25 Îlon 2026
  • Tenduristî/Werzîş
AMED - Qeydên ji bo 16'emîn Turnuvaya Tenîsê ya Amed Cupê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin, dest pê kirin. Serlêdanên ji bo turnuvayê ku welatiyên 13 salî û mezintir dikarin tevlê bibin, heta 1'ê Cotmehê têne kirin. Pêşbirk wê di 3'yê Cotmehê de dest pê bikin û pêşbirkên fînalê jî di 13ê Cotmehê de bên lîstin.
 
Serlêdanên ji bo 16'emîn Turnuvaya Tenîsê ya Amed Cupê ku ji bo belavkirina çanda sporê, keşfkirina jêhatiniyên nû û anîna welatiyan li gel sporê ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê ve tê lidarxistin, dest pê kirin.
 
Di turnuvayê de ku werzişvanên jin û mêr wê di çar kategoriyên cuda de têbikoşin, pêşbir wê bi rêbaza jêbirinê (eleme) bên lidarxistin. Qeydên ji bo rêxistinê ku welatiyên 13 salî û mezintir dikarin tevlê bibin, di 25'ê Îlonê de dest pê kirin û wê heta 1'ê Cotmehê bidomin.
 
Serlêdan wê bi rêya Forma Serlêdanê ya ku di çarçoveyê rêxistinê de hatiye çêkirin, bên kirin. Piştî qedandina pêvajoya serlêdanê, forma turnuvayê, bernameya maçan û hûrgiliyên din ên rêxistinê bi rêya koma WhatsAppê re bi beşdaran re wê bên parvekirin.
 
Kêşana kurayê di 2'yê Cotmehê de ye
 
Ji bo diyarkirina beşdaran ji nav werzişvanên ku serî li turnuvayê dane, kêşana kurayê di 2ê Cotmehê de li Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê ya ku li Cihê Jiyana Hevpar ê Sumerparkê ye, wê bê çêkirin.
 
Pêşbir wê di 3'yê Cotmehê de dest pê bikin
 
Vekirina turnuvayê wê di 3'yê Cotmehê de bê kirin. Pêşbir wê li Kortên Tenîsê yên Girtî yên 75 Mahabadê, Kompleksa Sporê ya 500 Evlerê, Parka Sporê ya Rêya 50’î ya Şaredariya Kayapinarê, Kortên Tenîsê yên Parka Ersin Tatar a Şaredariya Baglarê û Korta Tenîsê ya Parkormanê bi hev demî dest pê bikin.
 
Werzişvan wê di kategoriyên ku guncavê astên wan in de têbikoşin. Di turnuvayê de pêşbir wê di sê astên cuda de wekî destpêk, navîn û pêşketî bên lidarxistin.
 
Pêşbirên fînalê di 13'ê Cotmehê de ne
 
Pêşbirên fînalê yên turnuvayê ku di navbera 3-13'ê Cotmehê de tên lidarxistin, wê di 13ê Cotmehê de bên lîstin. Kûpê wê li werzişvanên ku di hemû kategoriyan de di rêza pêş de cih digirin re bên pêşkêşkirin.
 
Turnuvaya Tenîsê ya Amed Cupê, bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi tevkariya dilxwazan, hakeman, klûbên Tenîsê yên li bajêr û hezkiriyên Tenîsê ve wê bê lidarxistin.
 
Serlêdan dikarin li ser forma ku di lînka https://docs.google.com/forms/d/1YGFTraA_UDuZyk25vltLHwTlzK-OKHEr_yNHYTr466U/viewform?edit_requested=true de ye de bên kirin.
 
Galeriya Wêneyan