Ayşegul Dogan di pêvajoyê de gavên bên avêtin nirxand

  • 09:05 24 Îlon 2026
  • Ramyarî
Melek Avci
 
ENQERE - Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan der barê pêvajoyê de sernavên krîtîk ên rojên pêş de nirxand û got ji bernameya piştî qanûnê wê bê avakirin, heta rola Rêberê Gêlê Kurd Abdullah Ocalan û heta derfetên hevdîtinan li bendê gavan in.
 
Di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de "Qanûna Der Barê Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekparebûna Civakî" ya wek Qanûna Çarçoveyî tê zanîn ket meriyetê û tê payîn ku bê pratîzekirin. Piştî qanûnê di 24’ê Tebaxê de di bin serokatiya Cigirê Serokwezîr Cevdet Yilmaz de civîna ewil hat kirin. Di civînê de çar komîsyonên binî hatin avakirin û biryar hat girtin xebat ji ser van komîsyonan bên meşandin.
 
Bernameya der barê pêkanîna qanûnê, teşeyê xebatên lijneyan, aktoriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi bêçekbûnê re derbasbûna siyaseta demokratîk û her wekê din hîna zelal nebûne.
 
Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan der barê mijarê de axivî.
 
Ayşegul Dogan da zanîn ku nezelaliya der barê ketiya meriyetê ya qanûnê di rayagiştî de rê li ber nîqaşan vekiriye û di vê mijarê de bendewarî heye û got: “Qanûna derketiye gava destpêkê ye lê têr nake.Tevî hemû rexneyên me ev qanûn derketiye, di alî diyarkirina çarçoveya bêçekbûnê de gaveke destpêkê ye. Em dipên ku rojên pêş de bi geşedanên nû re bikeve qanoxeke nû. Der barê ji bêçekbûnê ber bi siyasetê ve bendewariya me ya ji bo astek nû heye. Biryarên DMME û DDB’ê ji bo her kesî wekhev pêk nayê. Ev ne mijarên nû yên Tirkiyeyê ne. Mijarên ku her çûn giran bûn. Demokrasî jî têde di gelek qadan de krîz afirand. Bêguman divê biryarên DMME û DDB’ê pêk bên. Divê xalên rapora hevpar yên Komîsyona Demokrasî û Xwişk-Biratiyê ya Hevgirtina Netewî li ber çavan bê girtin û Tirkiye peymanên alîgirê wê ne pêk bîne. Divê demildest biryarên DMME û DDB’ê pêk bên.”
 
‘Agahî û bernameyeke der barê lijneyan de tuneye’
 
Ayşegul Dogan got ew di rojên pêş de dipên ku ev nezelalî ji holê bên rakirin û wiha domand: “Der barê ku lijne çawa dixebitin de hîna bernameyek tuneye, tiştek bi rayagiştî re nehat parvekirin. Der barê vê de jî bendewarî heye. Ev lijne ji kê ava dibin ev jî nayê zanîn. Dîsa der barê ku Birêz Ocalan bi van lijneyan re çawa dixebite de daxuyaniyek fermî tuneye. Der barê van de hîna nezelalî heye. Divê ev demildest bên çareserkirin. An jî wê ev nakokî bêbaweriyê jî biafirîne. Niha piştgiriya gel heye. Her kes aştiyê dixwaze. Divê rêbaz zelal be. Bi rayagiştî re bê parvekirin.”
 
‘Tengkirina rol gelek tişt da windakirin’
 
Ayşegul Dogan daxuyakirin ku rol, mîsyon, berpirsyarî û hêza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sernavên herî krîtîkin û wiha domand: “Hûn dikarin Birêz Ocalan rexne bikin, tevli nêrînê wî bibin lê ji bo siyasetê divê hûn vê heqîqetê bibînin. Em ji bo kesên rexne dikin û naxwazin heqîqetê bibînin wiha dibêjin; Divê li hûn li hêza wî ya lîderiyê binêrin ku dikare çi biguhere. Ocalan îro pêşniyarekê dike. Behsa civaka demokratîk û komara demokratîk dike. Birêz Ocalan di hevdîtinên dawî yên bi heyeta Îmraliyê re siyaseta demokratîk û siyasîbûn divê çi bi hewîne, beramberê aştiyê çiye vedibêje. Heyeta me vê bi nivîskî ji rayagiştî re parve dike. Ji ber vê jî tengkirina rola Birêz Ocalan bi Tirkiyeyê gelek tişt da windakirin.”
 
‘Yê kordînasyonê bike Birêz Ocalan e’
 
Ayşegul Dogan bi lêv kir ku ger ku daxwaza bila bêpevçûn bi awayekî mayînde veguhere siyaseta demokratîk, a vê bike aktorê sereke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û ev nirxandin kir: “Mayîndebûna bêpevçûnê bi siyasetbûnê pêkane. Ev bi demokrasî û siyasetê pêkane. Divê em sedemên ku çek derxistine ji holê rabikin. Kordînasyona vê pêkane gelo? Ya ku kordîasyona vê bike lîderê damezrîner yê rêxistinê ye. Yê ku kordînasyona vê bike Birêz Ocalan e. Di vê pêvajoyê de ked, hewldanên wî gelek mezinin.  Her wiha rol, peywir û bepirsyarî dikeve ser milê kê divê bînin cih.”
 
‘Em behsa lîderiyeke ku sînorênTirkiyeyê bezandiye dikin’
 
Ayşegul Dogan balkişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman ku berpirsyarî û mîsyona wî di alî dîrokî de li holê ye û em behsa heqîqeta lîderekî ku bandor li ser civakê kiriye dikin. Ayşegul Dogan wiha dirêjî dayê: “Em vê tenê bi rêbertiya PKK’Kê sînor nakin. Nikare bê kirin. Sedemên vê hene. Bi mîsyonan kes dibêjin ‘îradeya min e’ û îmze da. Em ji bere vê nikarin bi yek aliyekî sînor bikin. Em behsa bandora lîderekî ku sînorên Tirkiyeyê bezandiye dikin.”
 
Wê kîjan gav bên avêtin?
 
Ayşegul Dogan der barê pêşketinên ku rojên pêş de bên jiyîn de jî sekinî û got di mijarên statu û lijneyan de bendewariyên wan hene. Ayşegul Dogan wiha ev nirxandin kir: “Bendewariya me ya ewil piştî qanûnê lijneyên hatine avakirin xebatên wan, kordînasyon û nexşerê diyarkirine. Bi bêçekbûnê re şert û mercên xebatên avakirine. Bêguman Komîsyona Şopandinê heye. Divê ew jî xebatên xwe bi lez bidawî bike. Ji bo berjewendiyê divê xebat li demê neyê belavkirin. Ligel bêçekbûnê wê siyasîbûn jî hevdem bê meşandin. Ev jî bendewariya me ye.”
 
Bi Abdullah Ocalan re hevdîtin
 
Ayşegul Dogan her wiha anî ziman ku di rojên pêş de yek ji mijarên din vekirina kanalên hevdîtinê yên aliyên cuda bi Rêberê Gêlê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike jî wê diyar bibe û wiha dawî lê anî: “Em ji serî de dibêjin ku divê Birêz Ocalan dengê xwe raste rast bi rayagiştî bide bihistin. Ev daxwaza wî ye jî Di rojên pêş de em dixwazin ev jî zelal bibe.Komîsyona şopandinê ya li meclîsê tê avakirin jî divê xebatên xwe şênber diyar bike û ji bo xebatên xwe baş bimeşîne divê komîsyoneke ku wekhev nêzî hemû aliyan dibe be.”