ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2026'AN

  • 09:00 16 Tebax 2026
  • Rojev
 
* Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê bal kişandin ser qanûna ku di meclîsê de hat erêkirin û gotin: "Di qanûna ku hat qebûlkirin de gelek kêmasî hebûn lê destpêke. Em bi serokê xwe û têkoşîna xwe bi bawer in." BI DÎMEN 
 
* Dîdem Yilmaz, girîngiya xweparastinê li dijî êrîşan şîrove kir û diyar kir ku xweparastin ne tenê li dijî êrîşa fîzîkî ye, lê di heman demê de têkoşînek rêxistinkirî li dijî şîdeta mêran di hemî warên jiyanê de ye. Ji aliyê din ve, parêzer Sena Topuz jî diyar kir ku xweparastin ji bo gelek jinan dibe yekane rêya jiyanê. BI DÎMEN 
 
* Ozlem Yildirim, li navçeya Cîzîr a Şirnexê dijî, bi hûnera seramîkê re mijûl dibe û dibêje: "Li şûna ku ez di berhemên xwe de li bêkêmasiyê bigerim, ez li pey şopan diçim. Şopa rabirdûyê, şopa mirovahiyê, şopa jinan û bîranîna erdnîgariya ku em lê dijîn." BI DÎMEN