‘Dê têkoşîn bidome'
- 09:04 10 Tebax 2026
- Rojane
SEMSÛR - Piştî qanûn pêşkêşî meclîsê hatin kirin şûnde, hêviyek nû ya malbatên girtiyan û kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, afirî. Malbatan daxwazên xwe dubare kirin û gotin: “Hatina vê rojê ne hêsan bû. Divê her kes têkoşîna xwe bi awayekî azad bidomîne.”
Li ser axa Kurdistanê ji bo pêşerojeke aştiyane, wekhev û demokratîk têkoşîna azadiyê hat meşandin û bedelên giran hatin dayîn. Bi dehezaran kes hatin girtin û tevî zextên mezin israr û bawerî têk neçû. Di 50 salên dawî de gelek kesî di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest, hatin girtin. Heman demê de li girtîgehan gelek girtiyên nexweş di bin şertên giran de tên girtin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya "Aştî û civaka demokratîk" da destpêkirin û vê ji bo Gelê Kurd deriyê hêviyê ya nû vekir. Piştî qanûn hat meclîsê şûnde, dayika Semra Bîlgîç ku cihê gora wê nayê zanîn Zeynep Bîlgîş û Hariye Korkmaz ya ku hevjînê wê Selahattîn Korkmaz bi salane girtiye, axivîn û daxwazên xwe anîn ziman.
Zeynep Bîlgîç da zanîn ku keça wê Semra Bîlgîç 14 salî tevli gerîla bûye lê piştî demekê jiyana xwe ji dest daye û got cihê gora keça xwe nizane. Hayriye Korkmaz jî got hevjînê wê Selahattîn Korkmaz ji 2021’ê heta niha girtiye.
‘Bila gorek wê hebe em cejnan de biçin ser gora wê’
Zeynep Bîlgîç der barê keça xwe de xivî û got: “Keça min 14 salî tevli bû. Roja rêber hat girtin ew jî şehîd ket. Hîna cihê gor wê ne diyare. Em dixwazin gorek wê hebe û em cejnan de biçin ser gora wê. Zarokên min yên di zewicin. Bila êdî aştî bê. Kezeba me şewitî bila yên din neşewite. Kezeba min ewqas şewitiye em nikarin tiştek bêjin. Apê keça min jî tevli bû û ew jî şehîd ket. Em cihê gora wî jî nizanin. Em bi wan serbilindin. Em dixwazin cihê gora wan fêr bibin.”
‘Bila serok bê meclîsê’
Zeynep Bîlgîç daxuyakirin ku pêkhatina aştiyê wê gelek pirsgirêkan çareser bike û ev bang kir: “Hêvî dikim ku her tişt bikeve riya xwe. Em bi hêvîne. Serokê me Ocalan e. Bila ew jî bê ku aştî were. Em dixwazin bê meclîsê û fikrên xwe li wir bêje.”
‘Hatina vê rojê ne hêsan bû’
Hariye Korkmaz jî da zanîn ku hevjînê wê Selahattîn Korkmaz hatiye girtin û got: “Dema li Iraqê dixebitî ji ber navên karsazêndi ajandaya wî de bi awayekî dijhiqûqî hat girtin. Di runiştina ewil de 10 sal ceza lê hat birîn piştre daxistin 8 salan. Ewil 5 mehan li girtîgeha Hewagê ma piştre surgunê Tîpa T ya Akçadagê kirin. Ji sibata 2021’ê heta niha girtiye. Em bi hêsanî hatin van rojan. Me bedelên giran dan. Bi taybet dayikan êşên mezin kişandin.”
Hayriye Korkmaz balkişand ser pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" da zanîn ku divê demildest girtiyên siyasî bên berdan û got: “Divê çarçoveya pêvajoyê de sererastkirinên qanûnî bên kirin û pêşiya azadiya girtiyan bê vekirin. Hevalên girtîgehê jî bi hêvî ne. Em malbat bang li desthilatdariyê dikin divê demildest gav bê avêtin.”







