Li Misircê dema Tûfrengiyan: Kar berî roj hilê dest pê dike

  • 09:02 10 Tebax 2026
  • Ked/Aborî

  

Pelşîn Çetînkaya
 
ÊLIH - Jinên ku li gundikê Binonî yê navçeya Misircê Tûfrengiyan kom dikin, tevî germa dijwar karê xwe berdewam dikin. Karê ku bi ronahiya ewil a rojê dest pê dike; ji ber zêdebûna lêçûnên hilberînê û bihayên kêm ên kirînê yên ji aliyê navbeynkaran, xizanî berdewam dike.  
 
Berhevkirina Tûfrengiyên ku di meha Nîsanê de li gundikê Binonî yê gundê Kelhasan yê girêdayî navçeya Misircê ya Êlihê  dest pê kiribû, tevî germa dijwar bê navber berdewam dike. Di vê demsalê de ku heta dawiya meha Cotmehê ev kar berdewam dike, jin berî roj hilê diçin zeviyan û  dest bi kar dikin da ku berî germa rojê zêde bibe, karê berhevkirinê bi dawî bikin. Kar tenê heta demeke diyarkirî ya rojê dikare berdewam bike, ji ber ku nîvro tu kes nikare li heberî vê germê xwe ragire.
 
Ji bilî bilindbûna germahiyê, zêdebûna lêçûnên gubre, ceryan, avdanî û hilberînê barekî her ku diçe girantir datîne ser milê hilberîneran. Tevî zêdebûna mûçeyên karkerên zeviyê jî cotkar dev ji hilberînê bernadin. Jinên ku li zeviyên Tufrengiyan ên Misircê dixebitin, behsa roja xwe ya kar û hewldanên xwe yên ji bo debarê kirin.
 
 
Hilberînera Tûfrengiyan Sacide Baran diyar kir ku ew ji bo keda xwe ya tevahiya rojê berdêlekî adil bidest naxê û tenê para wê xizanî dimîne. Sacîde Baran got: "Ev 12 sal in Tûfrengiyan diçînim. Bi salan e ez di van zeviyan de kedê didim da ku zarokên xwe bidim xwendin. Ez roja xwe ji 4'ê sibehê ve diçim nava zeviyê û dest bi kar dikim. Ez heta saet 10 - 11'ê sibehê li wir dixebitim. Paşê ez ji bo taştêyê navberekê didim, lê tevî germa nîvro dîsa mecbûr dimînim vegerim ser kar. Ji bo ku pêdiviyên zarokên xwe û malbata xwe dabîn bikim, tu çareya min a din tune ye. Gava ez li rewşê dinêrim, dibînim ku tevî vê keda giran, em berdela wê nagirin."
 
Ji zeviyê hata dezgehê bazarê zêdebûna biha 
 
Sacîde Baran bal kişand ser wê yekê ku zêdebûna lêçûnên aborî hilberînê zehmet dike û rewşa xwe ya aborî wiha anî ziman: "Ew pereyê ku qezenc dikin ji bo av, gubre, ceryan û dermanên kêzikan xerc dikin. Di destê me de hema bêje tiştek namîne. Em kedê didin, lê em berdêla wê ya adil nagirin. Zevî ne ya min e jî ez ji bo her donimêekê nêzîkê 4 hezar TL kirê didim. Di dawiyê de tiştek ji me re namîne. Di du salên dawî de, ji ber zêdebûna lêçûnan, hilberîn hêj zehmetir bûye. Em Tûfrengiyên ku diçînin kîloya wan bi 50 TLyî  difiroşin, lê li bazarê bi 150 TLyî tên firotin. Yên ku hilberînê dikin em in, lê yên ku qezencê dikin ne em in."
 
‘Em ji bo zarokên xwe dixebitin, lê dahata me têrê nake’
 
Hilberînereke din a Tûfrengiyan, Rahîme Baran, diyar kir ku tevî ew piraniya rojê li zeviyan derbas dikin jî ji ber zêdebûna lêçûnên hilberînê û kêmbûna bihayên firotinê, ew nikarin berdêla keda xwe bi awayekî adil werbigirin. Rahîme Baran got: "Heta dema ku em nexweş bin jî em heta êvarê li zeviyan dixebitin, lê em ji bo keda xwe ya giran berdêleke guncav nagirin. Em bi salan kedê didin da ku zarokên xwe bidin xwendin, lê ji ber ku dahata me têrê nake, me nikarîbû wê piştgiriya ku me dixwest bidin zarokên xwe. Em bi hêviya ku pêdiviyên zarokên xwe bi cih bînin kedê didin. Lê di dawiyê de tiştek ji me re namîne. Erd ne yê me ye û em zeviyê bi kirê digirin û lêçûnên gubre, ceryan û mesrefên din ên hilberînê didin. Tevî vê yekê jî gelek caran em nikarin heqê ceryanê an jî mûçeyên karkeran bidin. Em her roj sibehê zû radibim. Pêşî em karên malê dikin, paşê ji bo komkirina Tûfrengiyan tên zeviyê. Tenê eger em nexweş bin an jî endamekî malbatê nexweş bikeve em karê xwe nîvco dihêlin; wekî din, em her roj li vir in û dixebitin. Tevî ewqas kedê jî em nikarin bi têrkerî debara xwe bikin." 
 
‘Xebat dibe têkoşîna ji bo mayîna li ser pêyan’ 
 
Aliye Tok, bi gotina ku ew neçar maye vî karî bike ji ber ku tu çavkaniyeke wan a din a debarê tune ye, wiha got: “Ez li vir ji dayik bûm û ji zaroktiya xwe ve li vir dijîm. Bi salan e em bi karê çandiniyê re mijûl dibin. Karê ku em dikin qet ne hêsan e. Em derdora saet 4'ê sibê, yanî di dema banga sibê de, digihîjin zeviyan. Em dikarin heta saet 10'ê sibê, berî ku hewa pir germ bibe, bixebitin. Paşê, piştî ku em ji bo bêhnvedaneke kurt diçin malê, em berê êvarê dîsa vedigerin zeviyan da ku berhevkirina tûfrengiyan bidomînin. Ji bo debara xwe em bi temamî pişta xwe didin vî karî. Me zarokên xwe bi saya vî karî mezin kirin; tu çavkaniyeke me ya din a debarê tune ye."
 
'Em hilberînê dikin, lê navbeynkar qezenc dikin'
 
Aliye Tok diyar kir ku ew neçar in berhemên xwe bi bihayê kêm bidin navbeynkaran, di demekê de ku heman Tûfrengî li bazarê bi du-sê qatê wê bihayê tên firotin û got: "Ew bi bihayekî kêm ji me dikirin. Paşê, em dibînin ku ew li bazarê bi bihayekî gelek zêde difirojin. Ew navbeynkar in  ne hilberîner lê qezenca navberê ya zêde dixin bêrîka xwe. Em hildiberînin lê navbeynkar qezenc dikin."