‘Divê şert û mercên dibin sedema tiryakbûnê ji holê bên rakirin’
- 19:43 22 Tîrmeh 2026
- Rojane
AMED - Platforma Şaxan a KESKa Amedê û Platforma Şiyar Be, diyar kir ku tiryakbûn ne pirsgirêkek şexsiye, pirsgirêkek tenduristiya civakê ye û daxuyakirin ku divê şert û mercên aborî, siyasî û civakî yên dibin sedema tiryakê ji holê bên rakirin.
Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Civakî(KESK) a Amedê û Platforma Şiyar Be bi dirûşma “Em ê bi piştevaniya civakî, ne bengîtiyê, hêvî û jiyanê mezin bikin” li Parka Rojava ya navçeya Peyasa Amedê daxuyaniyê da çapemeniyê. Endam û rêveberên KESKê, Platforma Şiyar Be, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li dijî tiryakêşiyê jiyanê diparêzin, pêngava RABINê mezin dikin” hate daliqandin. Hevberdevka KESKê ya Şaxa Amedê Hatûn Leyla Tûncer daxuyani xwend.
‘Dermankirina kêşî û girêdanê ne pirsgirêkek e ku tenê bi peywendîdar re bê çareserkirin’
Hatûn Leyla Tûncer diyar kir ku ya ku mirov dike mirov; aqil, wijdana wê ye, civakîbûn û îradeya avakirina jiyana hevpar e û got: “Ji ber vê yekê di dirêjahiya dîrokê de piştevaniya civakî, çanda jiyana hevpar û lêgerîna rastiyê bi rêbazên cuda hatine armancgirtin. Îro jî xizanî, bêkarî, neewlehî, polîtîkayên şer, cûdakariya civakî û bêpaşerojî; di nav sedemên herî girîng de ne ku zemînê ji bo belavbûna kêşiyê amade dikin. Formên tîryakî yan yên wekî tiryakêşiya madeyan, girêdana alkolê, girêdana dîjîtal, girêdana ekranê, qumara serhêl û behîs ne tenê ji bo kesan, ji bo tevahiya civakê pirsgirêkeke tenduristiya giştî ya girîng e. Bi taybetî zarok û ciwan beşa herî hesas û xedar a vê pêvajoyê pêk tînin. Lêkolînên zanistî, girêdayîbûyîne tenê wekî lawaziya îradeyê an jî tercîheke kesane; wekî nexweşiyeke mejî ya kronîk û dubareker ku bandorê li pergala xelatkirinê ya mejî dike, pênase dikin. Bikarhanîna madeyan, pergala dopamînê ya mejî bi rengekî çêkirî hişyar dike û di beşên ku berpirsiyarên biryardan, daraz û kontrola guvaşê de ne, dibe sedema zirarên giran. Ji ber vê yekê dermankirina kêşî û girêdanê ne pirsgirêkek e ku tenê bi “daxwaza” kesê/a peywendîdar re bê çareserkirin.”
‘Rêjeya ji nû ve bikarhanîna madeyan pir bilind e’
Hatûn Leyla Tûncer destnîşan kir ku girêdayîbûn piranî bi depresyon, anksiyete, astengiya strese ya piştî travmayê û nexweşiyên din ên derûnî re derdikeve holê û wiha pê de çû: “Têkçûnên neurolojîk ên di temenê piçûk de, paşveçûna hişmendî, windakirina bîranînê û windakirina karaktera civakî di nav encamên giran ên girêdayînê de ne. Ji ber vê yekê têkoşîna li dijî girêdayînê tenê ji dermankirinê pêk nayê. Xizmetên tenduristiyê yên parêzger, xizmetên tenduristiya derûnî, piştgiriya psîkososyal, şêwirmendiya malbatê, rehabîlîtasyon û polîtîkayên demdirêj ku beşdarbûna kesan nû di jiyana civakî de misoger dikin, divê bi hev re werin meşandin. Daneyên zanistî nîşan didin ku di kesên ku pêvajoya rehabîlîtasyonê temam kirine de, rêjeya ji nû ve bikarhanîna madeyan pir bilind e. Ev rewş nîşan dide ku di têkoşîna li dijî kêşî û girêdanê de tenê balkişandina ser dermankirinê ne bes e. Ya ku di têkoşîna li dijî girêdanbûyînê de bi rastî divê bê kirin, ji holê rakirina şert û mercên ku girêdanbûyînê derdixînin holê ye. Bi gotineke din; heta ku zongal neyê ziwa kirin, têkoşîna li dijî mêşan encameke daîmî nade. Di hawîrdorek ku xizanî kûr dibe, bêkariya ciwanan zêde dibe, newekheviya derfetan di perwerdehiyê de mezin dibe, qadên jiyana civakî û çandî teng dibin, zarok û ciwan hêviyên xwe yên ji bo paşerojê winda dikin de, belavbûna kêşî û girêdanê ne tesaduf e. Ji ber vê yekê têkoşîna li dijî kêşî û girêdanê; ne tenê berpirsiyariya saziyên tenduristiyê ye, berpirsiyariya hevpar a pergala perwerdehiyê, rêveberiyên herêmî, îdareya navendî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û civakê ye.”
‘Pêngava RABIN; Jiyanê diparêze’
Hatûn Leyla Tûncer anî ziman ku wekî Platforma Şaxên KESKê ya Amedê, ew pêngava “RABIN” ku ji hêla Platforma ŞIYAR BE ve ku ew jî tê de cih digirin hatiye destpêkirin, pir girîng û hêja dibînin û axaftina xwe wiha qedand: “Pêngava RABIN; nêzîkatiyeke kêm-zêde temam ku kêşî û girêdanê re ne tenê wekî pirsgirêkeke kesane dibîne, piştevaniya civakî bingeh digire, jiyanê diparêze û zarok û ciwanan di navendê de digire, derdixe holê. Parastina jiyanê li dijî tiryakêşiya madeyan, parastina kedê li dijî qumarê, xurtkirina piştevaniya civakî li dijî alûdekarîya dîjîtal, dîtina azadiya jinê wekî yek ji mercên bingehîn ên azadiya civakî û ji nû ve rêxistinankirina jiyanê di taxê de, li dibistanê û li cihê kar de berpirsiyariya me ya hevpar e. Em dizanin ku dermanê herî bihêz ê kêşî û girêdanê; pergaleke tenduristiyê ya giştî ya bihêz, perwerdehiya bikalîte, îstihdama biewlehî, edaleta civakî, derfetên çand û hunerê û jiyaneke civakî ya demokratîk e. Ji ber vê yekê em bang li hemû saziyên giştî, rêveberiyên herêmî, kedkarên tenduristî û perwerdehiyê, malbatan, rêxistinên demokratîk û gelê xwe dikin ku têkoşîna hevpar a li dijî sedemên kêşî û girêdanê mezin bikin. Em ê li kêleka jiyanê be ne li kêleka kêşî û girêdanê, li kêleka piştevaniyê be ne li kêleka bêhêvîtiyê, li kêleka têkoşîna rêxistinkirî be ne li kêleka tenêtiyê berdewam bikin. Em ê jiyanê biparêzin, ciwanên xwe ji bo paşerojê bi dest bixin û Pênagava RABIN mezin bikin.”







