Li ser cilên Rojîn Kabaîş lêkolîna DNA’yê nehatiye kirin!
- 18:02 19 Tîrmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Derket holê ku li ser cil û bergên Rojîn Kabaîş ya bi guman jiyana xwe ji dest dabû, lêkolîn nehatiye kirin.
Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş ya 21 salî di 27’ê îlona 2024’an de ji Yurda KYK’ê veqetiya û winda bû. 18 roj şûnde di 15’ê cotmeha 2024’an de li Perava Mola Kasim a Gola Wanê cenazeya wê hat dîtin.
Parêzer Abdurrahman Karabulut der barê bûyerê de li ser hesabê çapemeniya dîjîtal parvekirin kir û got: “Di lêpirsîna Rojîn Kabaîş de gelek aliyên ku dema xwe de nehatine lêkolînkirin, bi demê re dibin sedema reşbûna delîlan. Cil û bergên Rojînê ku dema li peravê hat dîtin li ser bûn lêkolîna DNA’ya wê nehatiye. Ev tiştekî ku nayê qebûlkirinê ye. Li ser daxwaza hevp^şeyên m eme tespît kir ku Saziya Tipa Edlî lêkolîna DNA’yê nekiriye. Me daxwaza kir ku li ser cilên Rojînê yên li emanetiya edliye bên lêkolînkirin.”







