Ji gumanbarê ku Nilay Kotan qetil kir îfadeyên bi nakok

  • 20:45 2 Tîrmeh 2026
  • Hiqûq
STENBOL- Gumanbar Alî Karakoç ku Nîlay Kotan qetil kir, di doza dihat darizandin de îfadeyên bi nakok bikar anîn.
 
 Li navçeya Kagithane ya Stenbolê gumanbar Alî Karakoç Nîlay Kotan qetil kiribû. Runiştina doz aku jê dihat darizandin li 31’emîn Dadgeha Ceza Giran a Edliyeyê ya Stenbol a Çaglayanê hat dîtin.
 
Parêzerên Nîlay Kotan, xizmên wê û gumanbar tevli runiştinê bû. Gelek nûnerên rêxistinên jinan û parêzvanên maf doz şopandin.
 
Gumanbar di parastina xwe de îdia kir ku poşman e. Gumanbar îfadeyên bi nakok bikar anî û qebûl kir ku roja bûyerê li ber mala wê sekiniye û bi zor biriye wesayîtê. Gumanbar îdia kir ku nayê bîra wî çawa çek girtiye û gule barandiye. Îfadeyên li dozgeriyê pê hat bibîrxistin û bi gotinên ‘dibe ku ez kelecanî bûme’ bikar anî.’
 
Heta dadgehê runiştin taloqî 1’ê cotmehê kir.