Di Roja Piştgiriya bi Mexdûrên Êşkenceyê re banga hevpar

  • 15:01 26 Hezîran 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi wesîleya 26'ê Hezîranê Roja Piştgiriya bi Mexdûrên Êşkenceyê re li Enqere, Amed, Dersim, Edene, Hatay û Mersînê rêxistinên mafên mirovan daxuyanî dan û westin, dawî li polîtîkaya bêcezahiştinê bê anîn.
 
Bi wesîleya 26'ê Hezîranê Roja Piştgiriya Bi Mexdûrên Êşkenceyê re ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hate ragihandin, li gelek bajaran rêxistinên mafên mirovan daxuyaniyên hevpar dan çapemeniyê. Li Enqere, Amed, Dersim, Edene, Hatay û Mersînê, di daxuyaniyan de hate ragihandin ku êşkence û kiryarên xerab bi hincetên "polîtîkayên ewlekariyê" têne asayîkirin û ev yek nayê qebûlkirin.
 
Hevserokê Şaxê Enqereyê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Omer Farûk Yazmaci di daxuyaniyê de diyar kir ku êşkence ne tenê tundiya fîzîkî ye, her wiha mekanîzmayên burokratîk, dadgerî, îdareya siyasî jî di vê pêvajoyê de xwedî berpirsyariyê ne. Yazmaci anî ziman ku êşkence weke amûreke tepisandina muxalefeta civakî tê bikaranîn û got, "Ti desthilatdarî nikare êşkenceyê di bin navê polîtîkaya ewlekariyê de rewa bike."
 
Li Amedê bi beşdariya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV), IHD, Baroya Amedê û rêxistinên pîşeyî yên cuda daxuyaniyek hate dayin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di binê çavan de mafê xwegihandina parêzer û dadger tê astengkirin, kiryarên xerab û lêgerîna tazî dewam dike. Di daxuyaniyê de işaert bi kiryarên tecrîdê yên li girtîgehan hate kirin û bang hate kirin ku ji bo girtiyên cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li wan hatiye birîn 'mafê hêviyê' bê naskirin.
 
Li Dersim, Edene, Hatay û Mersînê jî di daxuyaniyan de hate bibîrxistin ku qedexeya êşkenceyê teqez e, lewma divê polîtîkaya bêcezahiştinê bi dawî bibe, mekanîzmayên kontrolê yên serbixwe bêne avakirin û peymanên mafên mirovan ên navneteweyî bê kêmasî bi cih bêne anîn. Rêxistinên mafên mirovan gotin, "Cîhaneke bêyî êşkenceyê dikare bê avakirin."