Turnuvaya futbolê ya jinan a Gulistan Doku dewam dike
- 14:43 23 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Turnuvaya futbolê ya jinan a ku ji bo bîranîna Gulistan Doku tê lidarxistin, bi heyecana çaryekfînalê berdewam dike.
Turnuvaya Futbolê ya jinan a Gulistan Doku, ku ji hêla Rêveberiya Ciwanan û Werzîşê ya Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê ve tê lidarxistin, bi çaryekfînalê berdewam dike. Di maça çaryekfînalê ya yekem de ku îro hat lîstin, Topuklu Kramponlar bi skora 10-9 dijberê xwe tîma Futbolê ya OHD Jin têk bir û bû yekem tîma ku derbasî nîvfînalê bû.
Maça din a rojê di navbera Tîma Hêza Jinan û Tîma Altın Ayaklar de hat lîstin. Tîma Hêza Jinan bi skora 3-0 dijberê xwe têk bir û bû duyemîn tîma ku derbasî nîvfînalê bû.
Maçên çaryekfînalê
Heyecana çaryekfînalê ya di turnuvayê de dê sibê bi maçên ku werin lîstin berdewam bike. Bernameya sibê wiha ye:
*Tîma Rojava - Tîma Med
*Tîma Raperîn - Tîma Hebûn
*Tîma Jinên Parêzer - Tîma Atletico Vay Babo.”







