Li Cizîrê banga tevlibûna Mîtînga Azadiyê hat kirin

  • 14:15 22 Hezîran 2026
  • Rojane
ŞIRNEX - DBP'ê banga beşdarbûna Mîtînga Azadiyê ya ku dê li Amed were lidarxistin kir û got, "Bersiva herî xurt a li hember şer yekîtiya me  dagirtina meydanan e."
 
Di 28'ê Hezîranê de li Qada Îstasyonê ya Amed bi dirûşma "Bi rêberê azad ber bi civaka deokratîk ve" ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngek tê lidarxistin. Tê payîn ku ji bajarên derdorê beşdarbûnek mezin çêbibe.
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li navçeya Cîzîr a Şirnexê daxuyanî da û raya giştî vexwend mîtînga Amedê. Hevseroka DBP'ê ya navçeya Cîzîrê Filiz Acu diyar kir ku ew ê di mîtîngê de daxwazên xwe yên ji bo azadî û çareseriyeke demokratîk dubare bikin.
 
'Bersiva şer tijîkirina qadan e'
 
Filiz Acu diyar kir ku şer, pevçûn û krîzên civakî li cîhanê her ku diçe berfireh dibin û got, "Di du salên dawî de, Rêber Abdullah Ocalan Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin û Tevgera Azadiyê gavên girîng avêtine. Dem hatiye ku hikûmeta Tirkiyeyê jî gavên qanûnî û berbiçav bavêje. Ji bo bersivdayîna vê yekê, bilindkirina daxwaza aştî û azadiyê û nîşandana îradeya xwe, em ê di 28'ê Hezîranê de li Amed ji bo mîtîngek mezin a azadiyê bicivin. Mîtînga 28'ê Hezîranê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriyek siyasî û demokratîk e. Rêya aştiyek bi rûmet ji vir derbas dibe. Bersiva herî xurt a şer û zilmê yekîtiya me û tijîkirina qadan e."
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.