Rewşa tenduristiyê ya Mahşad Keşani nebaş bû
- 14:41 10 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî Mahşad Keşani ku li Girtîgeha Dolatabad a li Îranê li hucreya yek kesî hate bicihkirin, piştî ku rewşa wê ya tenduristiyê nebaş bû rakirin Nexweşxaneya Modares Psikiyatri.
Hate ragihandin ku girtiya siyasî û xwendekar Mahşad Keşani ya 22 salî ku ji Çileya 2025'an û vir ve girtî ye, piştî ku li hucreya yek kesî ya li Girtîgeha Dolatabad a li Îsfahanê hate bicihkirin, rewşa wê ya tenduristiyê nebaş bû û ew rakirin Nexweşxaneya Modares Psikiyatri.
Li gorî çavkaniyên mafên mirovan, li gel ku cezayê lê hatiye birîn qediya ye jî Mahşad Keşani li hucreya yek kesî hate bicihkirin û mehekê li hucreyê hate hiştin.
Hate ragihandin ku di vê demê de pirsgirêkên cidî yên psîkolojîk bi Mahşad Keşani re peyda bû û li gorî hin çavkaniyan, hewl da ku zerarê bide xwe.
Malbata Mahşad Keşani fikarên xwe yên li ser rewşa wê anî ziman û xwest, mafê darizandina adîl jê re bê dayin.








