Bi hilbêrina qehweya kizwanê debara xwe dike
- 09:05 10 Hezîran 2026
- Rojane
Neslîhan Kardaş
ŞIRNEX - Li barjaroka Gundikê Melê ya Şirnexê jina bi navê Hatîce Înal 9 sal in qehweya kizwanê hildiberîne û difroşe. Hatîce Înal bi hewldana xwe ji jinên derdorê re jî bû mînak.
Qehweya kizwanan an qehweya kurdî di çanda bajarên kurdî yên weke Semsûr, Dîlok, Şirnex, Amed, Êlih û Mêrdînê de xwediyê cihekî girîng e. Li van bajaran li gelek cihan peyda dibe. Ev qehwe ji mêweyên darên kizwanan tê çêkirin. Ew mêwe hûrik û girover in. Gava ku digihin rengê wan kesk dibe. Ew ji darên li çiyayên Kurdistanê tên komkirin û hişkkirin. Kizwan weke dendikên qehweya Yemenê tên qelandin û hêrandin. Piştî qelandinê bi awayekî balkêş bêhna wan dişibe dendikên qehweya Yemenê. Qehweya kurdî zêdetir bi şîr tê çêkirin, lê bi avê jî tê çêkirin. Ev qehwe bêkafeîn e. Demeke diyar a vexwartina vê qehweyê nîne. Dema mêvan tên berî yan jî piştî xwarinê tê îkramkirin. Herwiha hêjayî gotinê ye ku kizwan ji aliyê kurdan ve weke çerezan tên xwarin û sabûna wan jî tê çêkirin.
Li bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê gelek welatî debara xwe bi komkirina kezwanan a ji kontarên Çiyayê Cudî dikin. Wek jî wan Hatîce Înal a 42 salî ye. Hatîce Înal ji zarokatiyê hinê komkirina kezwan û çêkirina qehweyê bû. Hatîce Înal, 9 sal in jî bi hilberîna qehweya kizwanan debara xwe dike. Ji bo hilberînê jî li mala xwe cihê kar ava kir. Niha bi zarokên xwe re dixebite. Qehweya kezwanê tenê naşîne bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, dişîne Ewropayê jî. Hatîce Înal derbarê karê xwe de axivî.
9 sal in debara xwe pê dike
Hilbêrina qehweyê ku ji nifşên berê mayî Hatîce Înal bi hewldana xwe gihand astek din û bazarek ji qehweya kizwanê re vekir. Hatîce Înal diyar kir ku berê ji bo mêvanan dihat çêkirin û got: “Çandeke çêkirinê û îkramkirinê hebû ji xwe. Lê ne dihat firotin û kargeh jî tunebû. 9 sal in min dest bi hilbêrîn û firotinê kir. Min kargehek vekir."
‘Em dişînin derweyî welat jî'
Hatîce Înal, wiha behsa hilbêrîna qehweyê kir: "Ew tenê salê carekê şîn dibin. Carinan berhem zêde ye, carinan kêm in. Em pêşî kom dikin û tînin malê û dişon. Yên zirar dîtine ji hev vediqetînin. Datînin ser ban û hişk dikin. Dû re dixin nav kîsikan. Dû re li ser agir diqewirînin. Tehma wê hîn bêtir xweş dibe. Piştre em dihêrin û dikin şûşeyan. Ji xwe çêkirina qehweyê ast bi ast e. Destpêke me bi pakêtên biçûk dibir li navçeyên Şirnexê difirot. Êdî qehweya me li navçeyên Şirnexê dihat nasîn. Dû re me ji bajarên derdorê re şand. Her roja ku derbas dibû daxwazên qehweya kizwanê zedê dibûn. Êdî me bi kargoyê dişand bajarên derdorê û bajarên Tirkiyeyê. Niha ji sîparîş ji derweyî welat jî tên.”
‘Divê jin li ser piyên xwe bisekinin’
Hatîce Înal, bi hewldana xwe ji derdorê re jî bû mînak. Hatîce Înal nîşanda ku ligel her cure zehmetiyan jin dikarin aboriyeke serbixwe bi dest bixe û qadeke berfireh veke. Hatîce Înal, derbarê mijarê de wiha nêrînên xwe anî ziman: "Ez bang li jinan dikim ku dikarin li ser piyên xwe bisekînin. Dikarin bi zarokên xwe re vî karî bikin. Min jî bi zarokên xwe re dest bi kar kir. Divê em jin piştgiriyê bidin hev."








